Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Derfet kême lê berhem mezine: Kampa Sedê

DILYAR CEZÎRÎ-IHSAN EHMED

HESEKÊ– Welatiyên Dêrazorê ji ber êrîşên balafirên rêjîma Sûriyê, hevarkên wê û çeteyên DAIŞ’ê koçber bûn û li çol û bejahiyan man. Rêveberiya xweseriya demokratîk li Rojava bi derfetên xwe yên herî kêm kampa Sedê jî di nav de gelek kamên din ên koçberan vekirin. Ew koçberên bi nêz û mirinê re rû birûbûn, bi cih kirin. Tenê di kampa Sedê ku hejmara koçberên wê gihiştin 50 hezar kesî de niha 26 hezar koçber di 2 hezar û 200 konan de jiyan dikin.HSK-QAMPA-SEDADE (4)

Kampa Sedê ya Koçberan di hizêrana îsal de li bajaroka Erîşa ya Şedadê ku derdora 30 kîlometreyan başûrê Hesekê dikeve hate vekirin.

Destpêkê kamp bi derfetên gelekî kêm hate vekirin. Dema nû kamp hate vekirin bi hezaran koçber lê hatin bi cihkirin, Ji ber hejmara zêde ya koçberan destpêkê kêmasî derketin, lê paşê û di demeke pir kurt de kamp hinekî hate firehkirin û bi sedan kon lê hatin vekirin. Hema çawa kamp hate vekirin, bi dehezaran koçber hatin, rêveberiya kampê him koçber bi cih dikirin û him jî alîkarî ji koçberan re belav dikirin.Bi ked û tekoşîna rêveberiya kampê û xebatên hatin meşandin kamp hate firehkirin û niha 26 hezar koçber di 2 hezar û 200 koên I wan re hatiye vekirin, jiyan dikin.

Endamê Rêveberiya Kampê Enes Umer da zanîn ku heta niha zêdeyî 50 hezar koçber hatine kampê û ev agahî dan: “Piraniya koçberên di kampê de ji Dêrazorê ne û hin koçber ji Reqayê jî hene. Niha di kampê de 26 hezar koçber hene.”

‘Alîkariyên derve pir lawaz in

Umer, da zanîn ku hejmara koçberan pir zêde ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rêveberiya Xweser li gorî derfetên xwe alîkariyan pêşkêş dike, lê ji ber ku hejmara koçberan pir zêde ye, alîkarî pir kêm dimînin. Rêxistinên navdewletî yên alîkariyan, di pêşkêşkirina alîkariyan de pir kêm mane. Tiştên didin têra hejmara zêde ya koçberan nake. Xebatên tenduristî jî ji aliyê Heyva Sor a Kurd ve tê kirin, ew jî li gorî derfetên xwe koçberan derman dikin û dermanan ji wan re pêşkêş dikin.”

‘Zêdeyî 10 hezar koçber venager in cihê xwe’

Umer diyar kir ku zêdeyî 10 hezar koçberên di kampê de ji xelkên herêmên başûrê Çemê Firatê ya di bin destê rêjîma Sûriyê de ye û ew jî naxwazin vegerin û wiha dom kir: “Ev koçber ên herêmên rêjîmê ne, ew ji ber nêzîkatiyên rêjîmê naxwazin vegerin cihên xwe.”

Koçberê bi navê Faûr xelef Bisêr (57) ê ji bajaroka Dîban a Dêrazorê diyar kir ku ew ji ber bombebaran balafirên rêjîma Sûriyê û hevkarên wê, her wiha ji ber kiriyarên çeteyên DAIŞ’ê malên xwe terik kirine û ji bo ewlekariyê xwe spartina hêzên herêmên rizgarkirî. Faûr Xelef, da zanîn ku balafirên rêjîmê û hevkarên wê bê ser û ber welatiyên sivîl bomebebaran dikirin û ev tişt anî ziman: “Bawer bikin, balafiran navendên DAIŞ’ê bomebebaran ne dikirin, bombeyên xwe bi ser sivîlan de dibarandin.”

Koçbera bi navê Sewsen El-Dexîl (30) ya ji bajaroka Meyadîn niha di kampa Sedê de jiyan dike got ku ew ji ber bombebarana balafirên rêjîmê û hevkarên wê malên xwe terik kirin û wiha dom kir: “Balafirên wan malên me wêran kirin, bê ser û ber malên me xiradikirin.”

Li cihên rêjîmê ewlekrî nîne, em venagerin

Koçbera bi navê Sûriya El-Hesen a ji gundê Bûlêl a başûrê Çemê Firatê got ku ji xwe ew ji ber rêjîmê û hevkarên wê koçber bûne û wiha dom kir: “Dema em koçber bûn, em bi şev derketin û me tiştek bi xwe re ranekir. Em ji ber wan wiha hatin, niha jî ew li wirin. Malên me jî dizîn û talan kirin, cihê rêjîm lê heye, em ê çawa vegerinê.”

Koçbera bi navê Meryem Ehemed jî destnîşan kir rêjîm ewlekariyê nayîne û wiha got: “Cihê rêjîma Sûriyê û hevkarên wê lê hebin, ewlekarî li wî cihî nîne.”

Koçber vedigerin herêmên rizgarkirî

Ji roja 3’yê kanûnê de vegera koçberên kampa Sedê ya ber bi herêmên rizgarkirî ve destpê kir. Beşê yekem ku ji hezar û 170 koçber pêk dihat bi hevkariya Meclîsa Sivîl a Dêrazorê û QSD’ê, her wiha bi beşdarbûna rûspiyên herêmê destpê kir. Koçberên vedigeriyan pir bi kêf bûn, hin koçber li bendê bûn ku ew jî vegerin warê xwe.

Pêla vegera koçberan wê bidome

Derbarê vegera koçberan de Endamê Komîteya Şopandina rewşa Koçberan a Meclîsa Sivîl a Dêrazorê Tariq El-Raşid diyar kir ku ew bi baldarî rewşa vegera koçberan dişopînin û destnîşan kir ku niha vegera ber bi herêmên ji aliyê QSD’ê ve hatine rizgarkirin, destpêkiriye û got ku di demên pêş de wê pêlên vegera koçberan dewam bike.

Derbarê rewşa koçberên herêmên di bin destê rêjîma Sûriyê de jî Tariq El-Raşid, destnîşan kir ku hejmara wan bi dehezarane, gelek ji wan naxwazin vegerin û ev tişt anî ziman: “Hin koçberên herêmên di bin destê rêjîmê de niha dixwazin li gel xizmên xwe yên herêmên me bi cih bibin, ên dixwazin vegerin em ê rê bidin wan ku biçin malên xwe. Lê bi hezaran koçberên di kampan de ji ber hêzên rêjîmê naxwazin vegerin.”

ANHA