Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Dest bi dest bajarê xwe paqij dikin

DÊRIK – Şaredariya Gel a bajarê Dêrikê bi durişmeya “Dest bi dest em bajarê xwe paqij bikin”, li Taxa Pîşesazî ya bajêr dest bi xebatên paqijiyê kir.

Hevserokê Şaredariya Gel a Dêrikê Ebdulmesîh Coco got ku armanc ji vê pêngavê ew e ku bajar paqij bimîne û her du rojan carekê wê taxê paqij bikin.

Coco ji xwediyên dikanan xwest ku çopa xwe bavêjin cihên ji aliyê şaredariyê ve hatine diyarkirin û bedewbûna bajarê xwe biparêzin.

(rr/he)

ANHA