Têkilî | Derheqê me de
ANHA

‘Destdirêjiya li ser cenazeya şervana YPJ‘ê derbaskirina pransîpên exlaqî ye”

Dîmen

KOBANÊ – Di çalakiya gireva birçîbûnê ya jinên rewşenbîr ên kantona Kobanê de hatin gotin ku destdirêjiya li ser cenazeyê şervana YPJ‘ê hemû piransîpên exlaqî derbas kiriye.

Endamên jin ên Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Kobanê ji bo şermezarkirina kiryara destdirêjiya çeteyên dewleta Tirk a li ser cenazeyê şervaneke YPJ′ê dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kirin.

Bi dehan endamên sazî û desteyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, endamên Kongreya Star beşdarî çalakiyê bûn li qada Jina Azad hatibûn vedan, bûn.

Konê çalakiyê bi wêneyên cangoriyên Berxwedana Serdemê, zarokên ku bûne qûrbaniyên êrîşên dagirkeriyê, pankartên “Çima civaka navdewletî li ser kuştina zarokan bêdeng e, ne top û ne top wê berxwedaniya gelê Sûriyê têk bibe” hatibûn xemilandin.

Di çalakiyê de, Hevseroka Yekîtiya Rewşenbîran Şirîn Şêx axivî û got “Berxwedana Serdemê ya herêma Efrînê li hemberî tank û balafirên Tirkiyê ket roja xwe ya 18‘an û wê her berdewam be.”

Şirîn Şêxo bêdengiya raya giştî ya li hemberî kuştina jin û zarokan û aliyên ku destekê didin Tirkiyê şermezar kir.

Cîgira Hevseroka Meclîsa Rêveber a Kantona Kobanê Hîlîn Hacim jî berxwedana şervanên di çeperên Berxwedana Serdemê de silav kir.

Hêlîn Hacim di berdewama axaftina xwe de got “Qanûn û exlaqên şer hene, di çi zemanî de û çi mekanî de cenaze hatin êşkencekirin û pê hatiye lîstin. Ev tişt me li gel dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wî dît. Destdirêjiya li ser cenazeya şervana YPJ‘ê karekî bê exlaqî ye û ne mirovî ye.”

Hêlîn got “Wekî jinên Kobanê, Bakurê Sûriyê û Rojhilata Navîn, rûmeta me ne benda me ye, xak û jiyana azad rûmeta me ye, çawa me Kobanê ji çeteyên DAIŞ‘ê re kir goristan, wê Efrînê jî ji Erdogan û çeteyên wê re bibe goristan.”

Bi navê Kongreya Star Xalisa Hac Ebdulqadir çalakiya jinên rewşenbîr silav kir û got “Rewşenbîr bi pênûs û ramana azad şer dikin, her rewşenbîreke şervaneke. Dema em navê şervaneke YPJ‘ê dipeyivîn ne hest û ne jî gotin dikara têkoşîna wan bîne ziman “

Çalakiya girava birçîbûnê heta saetên ber êvarî dewam bike.

(bb)

ANHA