Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Desteya Niştimanî ya Erebî li Tirbespiyê nivîsgeheke xwe vekir

QAMIŞLO – Desteya Niştimanî ya Erebî nivîsgeheke xwe li navçeya Tirbespiyê bi merasîmekê ku nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî têde amade bûn vekir.QAMISLO-VEKIRNA-OFISA-DESTEYA-NISTIMANI-YA-EREBI (1)

Serokê Desteya Niştimanî ya Erebî Mihemed El-Binyan di merasîma vekirina nivîsgehê de axivî û destpêkê bi xêrhatina beşdaran kir.

El-Binyan îşaret bi serketinên QSD, YPG û YPJ`ê kir û wiha got:ʺBi saya fedekarî û berxwedana şervanên QSD, YPG û YPJ`ê gelên Bakurê Sûriyê roj bi roj gavekê di aliyê rêxistinkirina jiyanê di hemû aliyan de davêjeʺ.

El-Binyan got ku rêgeza biryatiya gelan û jiyana hevbeş a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşkeş kiriye hîşt ku hemû gel li derdora Rêveberiya Xweseriya Demokratîk kom bibin û rêveberî îro bû sîstema Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê.

Endamê Meclîsa Giştî ya Meclîsa Sûriyê Demokratîk (MSD) Hikmet Hebîb, nûnerê Mala Êzîdiyan li navçeya Tirbespiyê Faris Şemo, ji rêveberên PYD`ê Silêman Bedir, Endamê Partiya Moderniyeta Demokratîk Îbrahîm El-Selac û ji rêveberên Komîteya Têkiliyan a TEV-DEM`ê Reşîd Yûsif axîvin.

Di axaftinan de vekirina nivîsgehê hate pîrozkirin û bal hate kişand li ser yekbûna gelan li dijî hêzên mêtinger û zordar.

Hêjayî gotinê ye ku Desteya Niştimanî ya Erebî wê li herêmên din ên Bakurê Sûriyê nivîsgehên xwe vebike.

(kc)

ANHA