Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Desteya Niştmanî ya Erebî ji qonaxa duyemîn re amade ye

NAVENDA NÛÇEYAN – Desteya Niştmanî ya Erebî serkeftina hilbijartinên komînan li tevahiya herêmên Bakurê Sûriyê pîroz kir û destnîşan kir ku ew ji qonaxa duyemîn a hilbijartinan re amade ne.

Sekretariya Giştî ya Desteya Niştimanî ya Erebî bi boneya hilbijartinên hevserokên komînan ku roja 22’ê îlonê li herêmên Bakurê Sûriyê hate lidarxistin daxuyaniyek nivîskî weşand û serkeftina hilbijartinan pîroz kir û got ew ji qonaxa duyemîna hilbijartinan re amade ne.

Daxuyaniya Desteya Niştimanî ya Erebî wihaye:

“Piştî serkeftina Rêveberiya Xweseriya Demokraîtk ji hemû cîhanê re hate isbatkirin ku gelê herêmê dikarin rêveberiya heêrmên xwe bikin û mafê gelê herêmê bi awayekî demokratîk hate parstin. Niha jî pirojeya fedraliya ji ber ku mafê hemû pêkhateyan misoger dike û dê rijandina xwîna gelê Sûriyê rawestîne, hate hilbijartin.  Yekem qonaxên pirojeya Fedraliyê bi hilbijartinên komînan destpê kir û ji beşdarbûna zêde ye hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyê serkeftina wê diyar bû.

Em wekî Desteya Niştmanî ya Erebî di serî de serkeftina hilbijartinên komînan pîroz dikin û em tekez dikin ku em ji qonaxa duyemîn a hilbijartinan re (hilbijartinên meclîsên bajarok û navçeyan) amade ne. Em bi rêzdarî li ber tekoşîn û fedekariya şehîdên xwe radiwestin. Bi saya wan ev rojên ku bi azadî û demokrasiyê hatine xemilandin pêk hatine. Em vê gava pîroz a serkeftgî diyarî hemû qehremanên xwe yên di eniyên şer de dikin, em ji wan re hêvî dikin ku li tevahiya xaka Sûriyê li ser terorê biserkevin.”

(dc)

ANHA