Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Desteya Rêveber a Fedraliya Bakurê Sûriyê li Lubnanê semînr da

BEYRÛT– Desteya Rêveber a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê li navenda Aştiya Navdewletî ya Karîngî ya paytexta Lubanê Beyrûtê, Semînerek berfireh lidar xist.LIBNAN-SEMINER-LI-SER-CINEFE3

Di semîêrerê de, Hevseroka Desteya Rêveber a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Foza Yûsif û endamên Desteya Rêveber a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Nimet Axa û Lêkolîner Mihened Elî, lêkolîner Xandî Sarî û rêveberên hejmarek navendên lêkolînê ên Lobnanê, hejmerak rojnamevan, nivîskar, rewşenbîr û seroka Weqfa Asûriyan a Lobnanê amadebûn.

Rêvebera Navenda Aştiya Navdewletî ya Karîngî Dr. Meha Yehya di destpêka semînerê de spasiya şandeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a rewşa Bakurê Sûriyê bi giştî û tecrûbeya xwe anîn ziman û nerîna xwe ya ji bo çareseriyê parve kirin, kir.

Hevseroka Desteya Rêveber a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Foza Yûsif axivî û çawaniya avakirina Komîn û meclîsên di nava Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de rave kir û destnîşan kir ku pêkhateyên Bakurê Sûriyê rastî gelek astengiyan hatin û hîn jî gelek astengî didomin.LIBNAN-SEMINER-LI-SER-CINEFE4

Foza Yûsif da xuyakirin ku pêkhateyên Bakurê Sûriyê bi xwe parastina xwe kir û saziyên pêwîst ji bo rêveberiya jiyanê li Bakurê Sûriyê ava kirin û diyar kir ku nûnertiyeke rewa ya pêkhateyan di rêveberinê de pêk hatiye û wiha dom kir: ʺÇareserkirina aloziya Sûriyê di riya projeya Federaliya demokratîk de ye. Ji ber ku dewleta navendî , yek alî û înkarkirina nasnameyên cur be cur sedema sereke ya aloziya Rojhilata Navîn e. Bila her gulek rengê xwe hebe û ciwantiya xwe di baxçeyekê de jiyan bike.ʺ

Foza Yûsif rêgezên bingehîn ên Federaliya Demokratîk ku li ser esasê Netewa Demokratîk, Niştimana Hevbeş, Komara Federaliya Sûriyê, Azadiya Jinê, Aboriya Komînal, Çand , Ziman, Xweparastin pêk tên, jî destnîşan kirin û diyar kir ku pêkhateyên Bakurê Sûriyê bûne yek û yekîtiya Sûriyê hedef digrin. Foza Yûsif, da zanîn ku helwestên neteweperestî û kevneperestîyê aloziya Sûriyê kûrtir kiriye.LIBNAN-SEMINER-LI-SER-CINEFE2

Hevseroka Desteya Rêveber a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Foza Yûsif diyar kir ku dûrxstina kurdan û hêzên demokratîk ên Bakurê Sûriyê ji danûstendinên çareseriyê aloziyê çareser nake û wiha dom kir: ʺTişta niha dibe, nîşan dide ku ew kes naxwazin alozî çareser bibe. Helweata hêzên nîjatperest ên ereb dê aloziyê kûrtir bike. Heger ereb yekîtiya Sûriyê dixwazin, wê demê pêdivî bi sîstemeke federal heye ku mafê hemû pêkhateyan misoger bike. Ne wiha be, sîstema navendî nema bikêra Sûriyê tê.ʺ

Foza Yûsif dagirkeriya Tirkiyê û siyasetên wan ên li dijî herêmên Bakurê Sûriyê anî ziman û wiha dom kir: ʺ Gelê tevahiya Sûriyê û bi taybet Bakurê Sûriyê bi destwerdan û dagirkeriya Tirkiyê re rû birûne. Hêzên navdewetlî jî li hember vê yekê bê deng in.ʺ

Endama Desteya Rêveberiya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Nimet Axa jî di semînerê de axivî û diyar kir ku li Bakurê Sûriyê yasayên taybet bi jinê dad û wekheviyê di nava Federaliya Demokratîk de pêk tîne û destnîşan kir ku ereb, kurd, suriyanî, asûrî û hemû pêkhateyên din bi hev re herêmê ji terora komên çete yên DAIŞʹê diparêzin û herêmên xwe birê ve dibin.

Paşê beşdaran gelek pirs derbarê şoreşa jinê ya li Bakurê Sûriyê dan, jin çawa rêveberiya civakê di aliyê aborî, civakî, siyasî û leşkerî   de dike, li ser berxwedana YPG û YPJʹê jî beşdaran gelek pirs kirin. Şandeya Rojava jî bersiva hemû pirsan dan.

Di semînerê de her wiha projeyên çareseriyê û sedema dûrxistina kurdan û pêkhateyên Bakurê Sûriyê ji civînên di bin navê çareserkirina aloziya Sûriyê de têne lidarxistin hatin nîqaşkirin, Şandeya Desteya Rêveber a Fedraliya Bakurê Sûriyê bersiva hemû prisan dan û mijar bi awayekî ferih hatin nîqaşkirin.

(rr/dc)

ANHA