Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Dewleta Tirk a dagirker li Idlibê 2 sivîl qetil kirin

EFRÎN – Artêşa Tirk li herêma Sermeda a Idlibê jinek û zilamek li nêzî sînorê di navbera Îdlibê û Tirkiyê de, qetil kir. Her wiha guropeke nasnama wan nehat diyar kirin 7 çeteyên bi navê(Dîfaa Medenî) yê girêdayî çeteyên Heyet Tehrîr Şam, kuştin.EFRIN-DUH-LI-IDLIB-CI-CEBU ‫(1)‬ ‫‬

Li gorî agahiyên ji şêniyên Idlibê hatiye wergritin, piştî ku çeteyên Tehrîr Şam(Cebhet Nesra)bajar xistine bin kontrola xwe, artêşa Tirk tevgera xwe ya li ser sînorê di navbera Îdlibê û Tirkiyê, zêde dike.

Di vê çarçoveyê de li gorî çavkaniyên herêmîjin û zilamek  li herêma Sermeda bi destê ya li ser sînorê Idlibê û Tirkiyê ji aliyê leşkerên Tirk ve hatin qetilkirin. Çavkanî destnîşan kir ku artêşa Tirk çi kesê ku nêzî sînor dibe gulebaran dike.

Hate zanîn ku şerekî giran di navbera Heyet Tehrîr El-Şam şaxê Qaîda li Sûriyê û çeteyên Ehrar El-Şam, derket. Di dawiyê de çeteyên Heyet Tehrîr Şam tevahî dezgehên bajar xistin bin kontrola xwe.

Ji aliyekî din ve guropekê nasnama ne hate zanîn 7 çeteyên ku navê Dîfaa Medenî li xwe kirine yên girêdayî Heyet Tehrîr El-Şam li bajarê Sermîn yê gundewarên Îdlîbê, kuştin.EFRIN-DUH-LI-IDLIB-CI-CEBU ‫(179634689)‬ ‫‬

Çavkanî navê û wêneyên kuştiyan ji ajansa ANHA`ê re, şand

Navê kutşiyan wihaye: Ziyad Hesen Qedhenûn, Basil Mistefa Qesas, Mihemed Şebîb(Ebû Zêd), Ebdullrezaq Hesen Hec Xelîl, Mihemed Dîb EL-Hir(Ebû Kîfah), Mihemed Kerûma (Humis) û Ûbeyda (Humis).

Çavkanî destnîşan kir ku kesê ku navên xwe kirine Humis ji opozisiyona ku ji taxa Weair a Humsê derketibû ye. Hate zanîn ku bajarê Sermînê wekê cihekî sereke ji Heyet Tehrîr El-Şam re ye.

(bx)

ANHA