Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Dewleta Tirk amadekariyên êrîşik  dijwar li ser Helebê dike

ANALÎZ

Aziz Koyluoglu

Nakokî û danûstendinên dewleta Tirk û Rûsan re didome. Dewleta Tirk ji destpêkê dixwaze bi xwe nêzîk kirina Rûsan ve wek metirsiyek ji siyaseta Emerîka re bide xuya kirin. Lê heta niha di vê siyaseta xwe ya xapandinê de ne serkeftiye. Çinkî Rûs dizanin dewleta Tirk ti carî bi  siyaseta wan tevnagere, Emerîka jî dizane ku dewleta Tirk siyasetek metirsîdar bide meşandin jî tu carî ji siyaseta wê dûr nakeve. Lê rastiyek li herêmê heye ku dervî siyaseta Rûsan û Emerîka, hedefên siyasî yên dewleta Tirk bixwe jî hene. Ev hedefên dewleta Tirk ya berî şeş salan çi bûn, niha jî dewam dike. Yek ji wan hedefan jî hilweşandina rejîma Sûriyê û deshilatiya Esad’e. Ya bingehîn ya dewleta Tirk,  Kurd li Sûriyê negihêjin mafê yên xwazayî. Ji bo wan hedefan niha her rê bikartîne.

Rûsan  bi armanca nakokiyên dewleta  Tirk û DYE bide kûr kirin, piştî 15 Tîrmehê lîstika derba leşkeri kete nava hewldanan. Bi armancê wek şekirek têxe devê dewleta Tirk, dagirkeriya dewleta Tirk ya herêma Şahba ji nedîtî hat û erê kir. Ev hemleyan Rûsan bandoriyek neyînî li ser siyaseta DYE kir.  Dewleta Tirk ya dagirker xest ji nakokiyên Rûs û DYE sûd werbigre û hedefên xwe yên li Sûriyê û Iraq pêkbîne. Dinava hedefên dewleta Tirk dagir kirina navenda Heleb, Rojava, Mûsil û Kerkûk jî heye. Wan hedefên dewleta Tirkin.

Êdî dewleta Tirk hedefên xwe yên dagirkeriyê venaşêre. Erdogan bi  gotinên xwe yên wek “ Em ê Bab, Minbîç, Efrîn, Reqa û Şengal yanî Mûsil dibe em pakij bikin” rastiya daxwazê xwe dibêje.

Dewleta Tirk ya dagirker pêştî sînorê ji wê re hatibûn dayîn derbas kir, rejîma Sûriyê li ser fam kir kî hedef ne tenê Kurdên û Rojava ye, ew bixwe ye jî kete nava hewldana ku êdî Tirkiyê balafirên xwe li ser sînorê wê hewayî derbas neke.  Rejîma Sûriyê bi  vê dixwaze metirsiya li ser xwe kêm bike. Lê dewleta Tirk sînora nasnake û li ser hedefên xwe li Sûriyê sûre.

Her çend radayên Dewleta Tirk ya dagirker wek xapandinek siyasî di gotinê de dibêj “armanca min DAIŞ  û YPG e”, lê heta  niha  tu hêz ji lîstika şer ya dewleta Tirk bi DAIŞ  bawer nake. Berovajî wê herkes bi dagirkerina Cerablus dît ku dewleta Tirk çiqas bi DAIŞ re dinav hevdeye.

Di demek ku êdî him bi DYE û Rûsan re dîsan nakokiyên dewleta Tirk zêde bû, fermandarê artêşa Tirk çû Rûsya. Li gel wî, serokê MÎT’ê jî hebû. Xuya ev hevdîtin bi armanca dîsan balafirên xwe li ser axa bakûrê  Sûriyê bifirîn  bû. Ev qasî 10 roje Rûsya nahêle dewleta Tirk balafirên xwe derbasî Sûriyê bikin. Lê beramberê wê dîsan  çeteyên xwe ji Helebê kişandinê xistin rojevê, lê êdî ji bo herkesê necihê baweriyê  ye. Berovajî wê dewleta Tirk  tevger bûna xwe ya li Idlibê  zêde kiriye  û deriyekî nû li gundê Aqrabad yê li bakurê deriyê Bab El Hewa  ji bo çeteyên xwe daye çêkirin. Ji vî deriyê di demê dawî ji bo alîkariya çeteyên Cephet El Nusra û Ahrar El Şam bidehan kamyon cebilxane û qasî 20 tank derbasî Idlibê bûn.  Nûsra bi  vê alîkariyê ev hefteyeke êrîşî bajarê Helebê dike.

Ji bo ev  rewşê ji nêzîk ve bişopîne wezîrê parastinê yê  Tirk  û fermandarê artêşê yê bejayî serdana paygeha Bukulmez kirin. Paygeha Bukulmez wek navenda tevger kirina çeteyan ya Helebê tê zanîn. Serdana wezîrê parastina Tirk di vê demê de ku têkilêyên Rûs û Tirkan di mijara Helebê de aloz bûye de, destek dayîna çeteyan bû.

Rayadarên Rûsan ji bo Helebê dîsan ji bo dem  kurt agirbest ragihandin. Ev agirbest bi armanca çeteyên Tirkan yên li taxên rojhilatê Helebê derbikevin pêktê. Lê ev berê jî hatiye ceribandin  û wek xepandinek dewleta Tirk didome. Xuya ye Rûsya jî êdî hêviya xwe ji vê xebandina dewleta Tirk qut kiriye.

Serdana serfermandarê Tirk Hûlîsî Akar û Şêwirmendê MİT’ê Hakan Fîdan ya Rûsya, tu guhertin li ser rewşa Helebê û Şahba nekir. Ev  jî dide xuya kirin ku dewleta Tirk ya dagirker li Rûsya negihiştiye armancên xwe. Lê ser vê amadekariyên êrîşên nû li ser navenda Heleb û Şahba dikin. Ji aliyekî ve DAIŞ dixe nava tevgerê, ji aliyekî din jî li sînorê Idlibê çete û cebilxane dişine Helebê. Ev jî tê wateya ku li ser Helebê wê şerek dijwar biqewime. Ev wê her çend diwarê aborî de têkiliyên Rûs û Tirkan germ bûbin jî, di warê siyasî wê nakokiyê wan kûrtir bibin.

Dewleta Tirk êdî ne çekên sivik di hin wêneyan de diyar dibe çekên giran wek tankan jî daye çeteyan. Derbas kirina 20 tankan li Idlibê e, bi dehan kamyon cebilxane û bi sedan çeteyan ji bo êrîşek dijwar li ser Helebê ye. Dewleta Tirk ya dagirker niha jî amadekariya dagir kirina Helebê dike.

Lê wê ev hesebê wan li wan bi zîvire…