Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Dewleta Tirk di riya çeteyên xwe re piştgirî dida DAIŞ

Dîmen

ZANA SEYDÎ

KOBANÊ- Di herêmên ku hêzên QSD’ê rizgar dike de rojane rastiya hêzên ku li ser xaka Sûriyê şer dikin, derdikeve hole. Ev rastî ji ailyê çeteyên ku têne girtin têne rêzkirin. Çeteyê bi navê Xalid Ehmed El-Dehrî ku xebatên ragîhandinê li gel DAIŞ’ê dikir eşkere kir ku Tirkiyê di riya komên çete yên navê Artêşa Azad lixwe dikin, piştgirî dida çeteyên DAIŞ’ê.

Piştî bajarê Reqayê ku çeteyên DAIŞ’ê ji xwe re kiribûn wekî paytext û rizgarkirina wê bi destê şervanên QSD’ê çeteyên DAIŞ’ê yên li vî bajarî bûn li gelek cihan belav bûn. ÇEteyên ku li şûna hin rêjîman û di serî de dewleta Tirk şer dikirin û derbasî Bakruê Sûriyê dibûn. Ji ber wê dewleta Tirk dixwaze ji hemû aliyan re nîşan bide ku pêşvebirina şer û insyatîfa wê di destê wan de ye.

Endamê Ragîhandina çeteyên DAIŞ’ê ku di riya wê re banga cîhadê dikirin pêk hat diyar kirin ku di navbera DAIŞ’ê, Tirkiyê û komên navê Arêtşa Azad lixwe dikirin, li gelek deverên Sûriyê gelek itîfaq dihatin kirin.

Xalid Ehmed El-Dehrî ku ji erebistana Siûdiyê ye niha li gel Hêzên QSD’ê hatiye girtin rastiya itîfaqên wan eşkere kir û got ku têkiliyên bazirganî di navbera hikûmeta Tirkiyê û DAIŞ’ê de pêk dihat û ev tişt anî ziman: “bazirganiya di navbera wan di riya komên ku navê Artêşa Azad lixwe dikirin, pêk hat. Piştî ku hêzên QSD’ê herêmek sînor a berfireh ji çeteyan rizgar kir xebatên wan bûn di riya herêmên Idlibê re pêk dihat.Free Syrian Army fighters erect the Syrian opposition flag atop a former base used by fighters from the ISIL, after it was captured by rival rebel forces in Manbij town in Aleppo

Piştî şerê 7 salan ê Sûriyê ku nêzî milyonek insan di encamê de jiyana xwe ji dest dan, her wiha bi sedhezaran kesên birîndar bûne, êdî niyet û siyasetên aliyên ku bi navê azadiya gel bang dikin eşkere dibin. Rojane belgeyên nû derdikevin ku rastiya wan eşkere dike.

Komên ku navê Artêşa Azad lixwe dikin û dema dest danîn ser beşek ji herêma Idlibê û Bakurê Helebê, her wiha herêmên din ên Sûriyê bazirganiya di navbera wan û Tirkiyê ku neft, zêr û çek tê re diçûn û dihatin ranewestiya. El-Duherî derbaêr mijarê de got ku di navbera Tirkiyê û DAIŞ’ê di wê demê de hemû bazirganî di riya komên Artêşa Azad re dihat kirin û ev tişt anî ziman: ” Di navbera wan de tu pirsgirêk dernediket. Di dema ku her kesî ji bo tunekirina DAIŞ’ê şer dikir, dewleta Tirk û Artêşa Azad ji bo xurtkirina DAIŞ’ê li Sûriyê û Îraqê kar dikir.”

Hevkarî bi awayekî vekirî di navbera DAIŞ’ê û çeteyên dewleta Tirk  ku navê Artêşa Azad lixwe dikin û niha di êrîşa Efrînê de cih digirin. Belgeyek din jî ajansa me bi 27’ê meha derbasbûyî belav kir. Ev bi wêne û dîmenan ji aliyê ajansa me ve bi sernavê “DAIŞ’ê li kêleka Arêtşa Tirk li Efrînê şer dike” hate weşandin. Di vê dosyê de navên çeteyên DAIŞ’ê yên niha bi Artêşa Tirk re li Efrînê cihê xwe di êrîşên li ser Efrînê de digirin diyar dike.

ÊRîşa Kobanê û Efrînê di riya Artêşa Azad re pêk hat û Tirkiyê birêve dibe

Di vê yekê de diyar dibe ku komên ku navê Arêtşa Azad lixwe dikin wekî çeteyên DAIŞ’ê ne û tu cûdahî di navbera wan de nine. Herdû jî ji bo berjewendiyên dewleta Tirk şerê gelê Sûriyê û şoreşa wî dikin. Vê carê jî şerê xwe birine Efrînê û êrîşî wir dikin.

LI derdora Efrînê bi dehan otobîsên kesek ku çete û malbatên wan beriya demekê ji Şamkê û herêmên din wekî taxa Wir a Humisê hatin bi cih bûne. Ev otobîs tijî endamên ku navê Arêtşa Azad lixwe dikirin û fermana dewleta Tirk a dagirkirina Efrînê pêk anîn heye, di heman demê de çeteyên DAIŞ’ê jî li gelek deveran banga Erdgoan pêk anîn û bi awayekî veşartî pîlana êrîşa li ser Efrînê danîn.

Ev jî yek ji isbatên ku banga ku Artêşa Azad pê bang dike ji rastiyê dûre, ew niha bi Artêşa Tirk re Efrîna ku zêdeyî nîv milyon welatiyên Sûriyê yên koçber bibûn bi cih kirin, ew ji kiryarên komên çete ku piştgiriya xwe ji Tirkiyê digirin xilas kirin. Lê niha ew çete êrîşî Efrînê jî dikin.

(dc)

ANHA