Têkilî | Derheqê me de
ANHA

‘Dewleta Tirk hemeleya Reqayê asteng dike’

CÎHAN ROJ

NAVENDA NÛÇEYAN – Rojnamavan Fadî Akûm diyar kir ku dewlet Tirk piştî derketina xeta Tirkiyê-Qeter a ji Sûriyê di nava hewildanan de ye ku destkeftiyên bi lez li ser xaka Sûriyê bi dest bixe û got: “Dewleta Tirkiyê ji hebûna Rêveberiya Xweser a li Bakurê Sûriyê ne rehete. Lê di heman demê de ji hebûna DAIŞ û El-Nusra a li herêma sînor rehet bû.”

Rojnamavan Fadî Akûm destnîşan kir ku armanca dewlet a Tirk ji hemeleya li Bakuêr Sûriyê ew ku temenê DAIŞ’ê dirêj bike û ev tişt anî ziman: “Ji bo hemleya rizgarkirina Reqa asteng bikin, êrîşî Efrîn û herêmên Şehbayê dikin. BI vê yekê dewleta Tirk demê ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe qezenc dike.

Rojnamavanê Lubnanî Fadî Akûm têkildarî pîlan û êrîşên dewleta Tirk a li ser Efrîn û Herêmên Şehbayê bersiva pirsên ANHA’yê da.

1-Di nerîna we de Armanca dewleta Tirk ji êrîşa muhtemel a li ser Efrîna Bakurê Sûriyê ku navê “Şûrê Firatê” lê dike çiye?

Piştî ku mijarên li Rojhilata Navîn Tevlî hev bûn û xeta Tirkiyê-Qeter ji Sûriyê derket û xeta Erebista Siûdiyê-Amarîka derkete pêş, Dewleta Erdgoan hewcedare ku destkeftiyên bi lez û beriya dosya bi dawî bibe, li ser xaka Sûriyê bi dest bixe.  Ji xwe Îran û Rûsiya jî bi wê re ne. LI ser vî esasê niha di riya baskê Ixwanan ku navê islamê û şoreşa Sûriyê bikar tînin. Lê di rastî de ew tenê hin komên çete ne, êrîşên leşkerî yên bi heq pêk tînin. Ew êrîş û çalakiyên wan ên leşkerî jî lawaz û jihev ketî ne. JI ber vê yekê Artêşa Tirk bi xwe di xaka Sûriyê destwerdan kir.  Ev destwerdana wan bi gelek armancan pêk hatiye, yek ji wan armancan ewe ku rêveberiya xweser a kanotnên di bin serweriya hêzên kurdî de ne, tune bike.  Di heman demê de dixwaze ku sînorê bi SÛriyê bi xwe biparêze ev jî ji metrsîna ku aloziyên di pêşerojê de li aliyê Sûriyê pêk werin.

Tirkiyê berdevka DAIŞ û El-Nusra ye

Di salên derbasbûyî de ku DAIŞ û El-Nusra sînorê wê bi Sûriyê re dagir kiribû, dewleta Tirk di aliyê siyasî û leşkerî de jî rehet bû. JI ber ku ew bi xwe berdevka herdû DAIŞ û El-Nusra ye û bi vê yekê dizanî ku herêm di bin destê fermana wê de ye.

Bê guman ev hemleya Tirkiyê heger pêk hat, dê aloziya di navbera kurd û ereban a di herêmê de zêde bike. Ev yek niha jî ji ber îdayên ragîhanên û berdevkên wan ên li Sûriyê û ên girêdayî wê ji bo dijberiya gelê kurd û hêzên wan propganayan dikin. Bê guman ev yek di xizmeta dewleta Tirk de pêk tê.

2-Êrîşeke muhtemel a li ser hêzên QSD’ê li Efrînê wê ji bo rizgarkirina Reqa re nebe asteng?

Bê guman destwerdana dewleta Tirk a li dijî herêma Efrînê dê hêza QSD’ê ya ji bo rizgarkirian Reqa û tunekirina DAIŞ’ê di nava tevgerê de ye belav bike.  Armanca wan ji dirêjkirina dema şer zêde hiştina DAIŞ’ê ye. Ev yek ji di berjewendiya dewleta Tirk de pêk tê, wiha dê demê qezenc bike û armancên xwe yên di Sûriyê de pêk bîne. Di aliyê din jî astengkirina hemeleya Reqa wê derfetekê ji Tirkiyê peyda bike ku hêza xwe nîşan bike. JI xwe berê jî gelekî hewl da biçe Reqa lê hewldanên wan vala derketin. Hemû hewldanên wan tenê xewnên bi roj ên Erdogan bûn. Lê hêza QSD’ê û hejmara leşkerên wan, her wiha piştigirya mezin ku Amarîka dide QSD’ê dê hemû pîlanên wan vala derbixe. Hêzên YPG/YPJ’ yên li Efrînê û derdora wê bê gumdan dikarin destwerdana Tirkiyê rawestînin û derbeyên girn li wan bixin. JI ber ên bi bawerî şer dikin, ne wekî yên bi pereyan şer dikin. Ên xaka xwe diparêzin ne wekî ên êrîşî xaka hinên din dikin.

3-LI Efrînê bargeheke leşkerî ya Rûsî heye. Hêzên QSD’ê jî di şerê li dijî DAIŞ’ê hevkarên Amarîka ye, nerîna we di helwesta Rûsiya, Amarîka û Hêzên Hevpeymanê ji hemeleya Tirkiyê ya li dijî Efrînê çiye?

Mijara hebûna Rûsiya ya li Efrnê, di rojên pêş de dê bersiva vê pirsê were dayîn. Ji ber ku di demên pêş de dê têkiliya Rûsiya û Tirkiyê eşkere bibe. Efrîn dê bibe bargeheke din a hevkariya Rûsiya û Amarîka, yan jî dê bibe navenda nerînan, tişta diyar dibe ew ku aloziya Efrînê dê çaresernûna herêmê ji SÛiryê diyar bike. Ev yek di salên pêş de wê pêk were.

Divê em bibîr bixin Tirkiyê dewleteke dagirker û zalime. Ên îro rêveberiya wê dikin ne dûrî pêşiyên xwe yên bi navê Islamê gelek kuştin, koçberkirin û birçîkirin bi serê gelê Rojhilata Navîn de anîn. Gelek carn pîlanên xwe di riya çeteyan re pêk anîne û paşê xwe ji wan xilas kirine.

Ên di rêza wan de disekinin çi ji Sûriyê, çi ji Lubanê û Misrê binin bela hinekî dîrokê vegerînin da ku bizanin ku dewleta faştist piştî pîlanên xwe pêk bîne, dê ji wan jî xilas bibe. Yan jî dibe ku wan wekî  qurbanî ji bo pîlanên xwe bike diyarî.

(dc)

ANHA