Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Dewleta Tirk hêza xwe şand Qeterê

NAVENDA NÛÇEYAN – Gurupa yekemîn a artêşa Tirk a dagirker, gihîşt Qeterê.

Li gorî Wezareta Parastinê ya Qeterê, raghandin ku gurupa yekemîn a artêşaTirk gihîşt payatexeta Qeterê El-Dewha.

Di demeke ku hin dewletên Ereban û di serî de Erebîstana Sûidî û Misir, tecrîd dan ser Qeterê, deweleta Tirk piştgiriya xwe bi Qeterê re nîşan da û hêza xwe şandin wir.

Dewletên Ereban, Qeter wekî hêzeke piştgiriya bi “terorê” re nîşan didin.

Ji destpêka aloziya Sûriyê ve, dewleta Tirk di nava sîronê xwe re hêzên “teror”derbasî nava Sûriyê kirin û ev yek bû sedema ku aloziya Sûriyê kûrtir bibe. Her wiha di gelek belgeyên ku li herêmên din bin dagirkiriya DAIŞ`ê de hatin dîtin, piştgirî û têkiliya çeteyên DAIŞ û dewleta Tirk derketin holê.

(kc)