Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Dewleta Tirk koçberên kampa Etmê dike mertal

Dîmen

NAVENDA NÛÇEYAN – Koçberên di kampa Etmayê ya Idlibê de dimînin diyar kirin ku Artêşa Tirk û çeteyên wê hewl didin ku herêmên bi ewle ku bi hezaran koçber  tê de jiyan dikin, bikin qada şer. Koçberan dane zanîn ku dewleta Tirk welatiyên sivîl wekî mertalên zindî di şerê xwe ya li dijî QSD’ê bi kar tînin.

Koçberên ku di kampa Etmayê ya koçberan de dimînin, diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê xwe li nêzî kampa Etmayê ya koçberan bi cih kirine û ji wir bargehên QSD’ê topbaran dikin.

Koçberekî da znaîn ku êrîşa dewleta Tirk a dagirker ya li ser Efrînê gaveke din di çarçoveya êrîşa li ser gelê Sûriyyeê ye û got ku nabe dewleta Tirk û çeteyên wê herêmên bi ewle ku bi hezaran koçber lê jiyan dikin, bikin qadên şer û sivîlan di şerê xwe yê li dijî QSD’ê de bikin mertal.

Koçberekî din jî ji çeteyan xwest ku herin balafirgeha Ebû Dehûr û herêmên Hemayê ku hêzên rêjîmê ew jê derxistine û wiha got: “Bi vê rêbaza ku bikar tînin û sivîlan dikin mertal; Sûriyê wê tu carî rizgar nebe.”

Koçberekî din jî da zanîn ku çeteyên ku navê Artêşa Azad lixwe dikin bela herin li cihê ku rêjîmê ji wan stendiya şer bikin û nêzî cihên sivîl nebin.

Koçberekî din bi acizî got ku êrîşa dewleta Tirk a li dijî Efrînê ne di cih de ye û ev tişt anî ziman: “Ji xwe bikaranîna welatiyên sivîl wekî mertalên zindî tiştkî li dijî mirovahiyê ye.  Koçberên di Kampa Etmayê de dimîne dikin mertalên zindî û ji nav koçberan êrîşî Efrînê dikin. Ji xwe dewleta Tirk û çeteyên wê têk çûne, ji destpêka êrîşa xwe û heta niha nikarin pêş bikevin.”

(dc)

ANHA