Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Dewleta Tirk li pê dagirkeriyê ye

ANALÎZ

NAZDAR EBDÎ – SÎPAN SILO

NAVENDA NÛÇEYAN – Desteya Ewlekariya Millî (MGK) a Tirkiyeyê, di civîna dawiya salê (30’ê Mijdara 2016) de, ku 6 saetan dewam kir de, biryar girt ku Rojava-Bakurê Sûriyê û Başurê Kurdistanê dagir bike. Li gora agahiyên hatin bidestxistin, di biryara dagirkirinê de 3 herêmên li Rojava-Bakur Sûriyê û Başurê Kurdistanê hatin destnîşankirin ew jî destpêk Minbic, paşê Şengal û ya sêyemîn jî herêma Efrîn in. Ev tê wetaya ji nû ve dagirkirina Kurdistanê.

Di belavoka MGK’ê de bi awayekî vekirî hat destnîşankirin, ku ew ê destûr ji gihandina hev a kantonên Efrîn û Kobanê re neyê dayîn. Li Bakur jî ew ê operasyonên leşkerî û siyasî dewam bikin.

Rayadarên Tirk ev demeke dîsan gotina “Mîsaqî Millî” zindî dikin. Ev piştî ku li Başûrê Kurdistan Kurdan herêmeke federal mîsoger kirin û li Rojavayê Kurdistan jî ber bi misogeriya heremeke federal ve diçin de, pêk tê.

Eger mirov vegere dîrokê û bi taybet li gel sala 1926’an (Peyman Anqere) raweste, dewleta Tirk wê demê radestkirina eyaleta Mûsilê wek neçariyekê nîşan dida. Lê belgeyên wê demê eşkere dikin ku dewleta Tirk pir bi zanebûn ji bo plana kontrol û pişaftina Kurdan bi hêsanî pêk bîne, bi Îngilîzan re li hev kir.

Tevî ku beriya wê di sala 1920’an de Meclîsa Ewlekariya Millî li hev civiya û nexşeyek bi navê Mîsaqa Millî derxistibû. Meclîsê di vê mîsaqê de nexşeya welatên ku ji bin dagirkeriya Osmanî derketibûn û divê bên vegerandin diyar kirin. Kemal Ataturk wê demê vê herêma Mîsaqî Milî wek “cih Kurd û Tirk lê jiyan dikin” pênase kiribû.  Li gora vê mîsaqê tevî sînorê niha yê Tirkiyê divyabû herêma Başûrê Kurdistanê, Mûsil û herêmên Bakurê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) vegerya nav sînorê dewleta nû ya bi navê Tirkiyê.

Lewra çima bi peyamana Anqereyê re, Tirkiye dev ji Mîsaqa Milî berda û qebûl kir ku Başûrê Kurdistan û herêmên Bakurê Sûriyê bide Fransa û Înglîzan. Di vê navberê de stratejiya Tirkî li herêmê çi bû û niha çima vegeriya û mîsaqa Milî zindî kir?.

Peymana Anqere, peymana Lozan misoger kir

Piştî şerê cîhanê yê yekemîn, ku dewleta osmanî firehiyên mezin ji desthiladariya xwe wenda kirin, nexşeya Mîsaqa Milî derxist û xwest bi riya wê hin herêmên navborî vegerîne bin serweriya xwe de. Piştî 3 salan, li Lozanê di 24’ê Tîrmeha 1923’an de di navbera Tirkiye, Fransa, Îtalya û Birîtaniyayê de peyama parçekirina herêmê hat îmzekirin. Bi vê yekê re Kurdistan bû 4 parçe. Lê her çiqasî Tirkiye di îmzekirina vê peymanê de amade bû, lê her li pey pêkanîna nexşeya Mîsaqa Milî bû. Heya ku di sala 1926’an de Peymana Anqereyê îmze kir û bi vê yekê re Lozan misoger kir. Lewra çima Tirkiye ber bi îmzekirina peyamana Anqereyê ve çû? Gelo bi din zextan de îmze kir yan di berjewendiya xwe de dît?

Plana asîmîlasyon, kirina yek-netew û serhildana Şêx Seîd

Îngîlîzan ji ber çavkaniyên petrolê dixwestin Musil û Kerkûkê ji derveyî herêma Mîsaqa Mîllî ya Tirk bigirin. Dewleta Tirk dixwest Kurdistan têxe bin serweriya xwe de û li pê planan bû. Komara Tirkiyê ya di bin serokatiya Mistefa Kemal de nû hatibû damezrandin bi armanca bi navê Tirkî neteweyekê ava bike, plana Tirk-kirina Tirkumen û Kurdan dest pê kir. Bi vê armancê Kurdistan weke perçeyek dewleta nû ya Tirk dihat dîtin.

Heya vê demê Tirkiye bê navber Kurd ji bo berjewendiyên xwe bikar dianîn û polîtîkayên asîmîlasyonê li hember wan didan meşandin.

Serhildana Şêx Saîd planên Tirk kirinê hilweşandin

Lê di sala 1920’yan de li Bakurê Kurdistanê  tevgera Kurdan zêde bû û di nava dewleta nû ya Tirk li pey mafên xwe yên netewî ketin. Di sala 1923’yan de ev xebat di bin navê rêxistina “Komîteye Îs­tîqlala Kurdistanê” de hat komkirin.  Hersê parçeyê Kurdistanê (Başûr, Rojava û Bakur) hêzên Kurdî li dora xwe civandin. Heya ku di sala 1925’an de vê serhildanê dest pê kir.

Bi Serhildana Şêx Saîd re, planên dewleta Tirk yên Kurdan bike Tirk kete nava metirsiyek mezin de. Rayadarên wê demê yên dewleta Tirk dîtin ku bi beşdarkirina  Başûr û Rojavayê Kurdistana îro nava sînorê siyasî yên Tirkiyê de, ew ê nikaribin Kurdan bikin Tirk. Berovajî wê, nifûseke wiha zêde yên Kurdan ku mafên xwe dixwazin wê li ser dewleta nû ya Tirk metirsiyek mezin be. Van metirsiyan hiştin ku di 5’ê Hizêrana 1926’an de dewleta Tirk li gel Birîtanya peyamana Anqereyê îmze bike û Peymana Lozanê bicih bike.

(Li gorî peyama Anqereyê; beramberî radestkirina Mûsilê ew ê Tirkiye heya 25 salan bi qasî ji sedî 10 dahatuyên petrola Mûsilê ji xwe re bigire.)

Peymana Anqera di berjewendiyên Tirkiyê de bû

Her çiqasî ev peyman weke derbeyek ji Tirkiyê re xuya dike, lê di bingeha xwe de planek bi razîbûna dewleta Tirk ya li dijî Kurdan pêk hat.  Bi vê peymanê re parçekirina Kurdistanê misoger bû û li gel Tirkiyê, êdî Iraq, Sûriye û Îran jî li ser Kurdan planên dagirkerî, qetilkirin û asîmîlasyonê pêk dianîn.

Li ber van pêşketinan, Tirkiye hewl dida bi rê û rêbazên cûda deverên wek Mîsaqa Millî dabûn xuyakirin  bigire bin serweriya xwe de.  Bi taybet di salên 1991’an de bi şerê li Kûweytê re ev hewldan zêde bûn. Dewleta Tirk êdî xwe wek dewletek serwer û Kurdan jî dikare bixe bin serweriya xwe de, dît.

Li Başûrê Kurdistan ji sala 1991’an ve hebûna xwe didomîne û bi taybet piştî 2003’an beşek Başûrê Kurdistan xist bin kontrola xwe ya siyasî, aborî û aliyekî leşkerî de. Li Başûrê Kurdisanê bi riya polîtîkaya partiya serdest (PDK) hebûna xwe sepand. Niha jî li Bakurê Sûriyê dixwaze bi riya, çeteyên Kurd, çeteyên xwe yên selefî û DAIŞ’ê vê dagirkeriya xwe ya li herêmê pêk bîne.

Îradeya şoreşger

Niha dema ku Tirkiye car din mijara Mîsaqa Milî zindî dike, bawer kiriye ku beşek ji plana wê ya asîmîlasyona Kurdan bi ser ketiye û beşek din di metirsiya têkçûna li beramberî berxwedana Tevgera Azadiya Kurdistanê li Başûr û Bakur û Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê ye.

Lewra jî car din dagirkirin kir rojeva Kurdistanî de.

Lê hebûna hêzên navburî ku felsefeya Netewa Demokratîk armanc dikin, ew ê plana dagirkeriyê weke darekê di qirka Osmaniyên nû de bihêle.

ANHA