Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Dewleta Tirk vegera şêniyên Rojava asteng dike

AGIRÎ ÎBRAHÎM

DIRBESIYÊ – Çavkaniyekî ji deriyê sînor ê Dirbesiyê diyar kir ku dewleta Tirk vegera şêniyên Rojava asteng dike û  diyar kir ku Tirkiyê bi hincetên derew van astengiyan derdixe pêş û rojê tenê rê dide 15 welatî vegerin.DIRBESIYE-DERIYE-SINOR-TIRKIYE (3)

Çanvkanî da zanîn ku cendirmeyên Tirkiyê nahêlin şêniyên Rojava vegerin warên xwe û bi dehan şênî li deriyê sînor ê bajarê Dirbesiyê ya kantona Cizîrê girtine.

Heman çavkanî destnîşan kir ku dewleta Tirk nasnameya penabertiyê ji şêniyan dixwaze û vegera wan asteng dike. her wiha destnîşan kir ku rojane tenê rê dide 15 kesan vegerin warên xwe. Heman çavkanî da zanîn ku bi dehan welatiyên Rojava li ber derî li benda vegera warê xwe ne.

Hejmarek şêniyên karibûn vegerin warên xwe têkildarî mijarê ji ANHA`yê re axivîn. Şêniyan ji ber ku hê xizmên wan li ser sînor ji aliyê cendirmeyên Tirk ve hatine girtin navê xwe eşkere bikin wiha gotin: ʺEm 4 rojan li deriyê sînor hatin girtin, cendirmeyan nasnameya penabertiyê ji me dixwastin da ku ji aliyê siyasî û aborî ve sûd ji Rêxistinên Xêrxaziyê yên Nevnetewî werbigrin. Tevgera cendirmeyên parastina sînor dikin bi me re xirab bû.ʺ

Şêniyan destnîşan kirin ku ew ji ber tevgera ne baş a hikûmeta Tirkiyê bi wan vegeriyan. Her wiha destnîşan kirin ku ji ber buhabûna nirxên tiştan û kirêya xaniyan ew vegerîn û ti pareyên pêwîst ku debara xwe pê bikin jî nikarîn kom bikin.DIRBESIYE-DERIYE-SINOR-TIRKIYE (4)

Endamê Komîteya têkliyan ê deriyê Şehîd Xemgîn a bajarê Dirbesiyê ya girêdayî Desteya Hundirîn a Kantona Cizîrê Salar Ebdî diyar kir ku cendirmeyên Tirkiyê deriyê sînor ê Şanyort heftê 5 rojan vedikin çimku roja şemiyê û yekşemê li ba wan betlaneye û wiha dom kir: ʺNahêlin şênî vegerin. Berî salekê hejmara şêniyên vedigeriyan rojane digihişte 200 kesî, lê di demên dawî de û piştî dîwar di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de hat avakirin, nahêlin rojane zêdetirî 15 welatiyên Rojava di bin hincetên derewîn na hêlin welatî vegerin warê xwe. Berê ew tişt ji welatiyan ne dixwestin.ʺ

(rr/dc)

ANHA

DIRBESIYE-DERIYE-SINOR-TIRKIYE (1) DIRBESIYE-DERIYE-SINOR-TIRKIYE (5)