Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Dewreya 9ʹan a perwerdeya ciwanên ereb bi dawî bû

GIRÊ SIPÎ – Tevgera Ciwanên Demokratîk ên Ereb ên Kantona Girê Sipî yê Herêma Fedral a Firatê dewreya perwedeyê ya 9`an  bi dawî kir.

Dewreya ku ji aliyê Tevgera Ciwanên Ereb bi tevlîbûna 36 Ciwanên Ereb Kantona Girê Sipî yê Herêma Firatê 15 roj berê hatibû destpêkirin. Di dewreya ku 15 rojan dewam kir de desên li ser şerê taybet, Fedrasyona Neteweya Demokratîk û herwekî din hatin dayîn.

Dewre bi merasîmekê bi dawî bû. Merasîm bi rêzgirtinê destpê kir û paşê Hevserokê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Girê Spî Hemdan EL-Ebid, Endamê Tevgera Ciwanên Ereb a Demokratîk Baz Berheman û bi navê Jinên Ciwan yên Tevgera Ciwanên Ereb a Demokratîk Esmehan Elî axivîn.GIRESPI- TEVGERA -CIWANEN - EREB-YA DEMOKRATIK (3)

Di axaftinan de dewreya perwedeyê li hemû ciwanan hate pîrzokirinû hate gotin ku pwsîte ciwan tiştên di perwerdeyê de dîtin di jiyana xwe ya piratîkî de pêk bînin. Di axaftinan de serekftin ji TevgeraCiwanên Ereb ên Demokratîk re hate xwestin  û bang li ciwanan hate kirinku tevlî dewereyên perwedeyê bibin.

Merasîm bi stranan û xelekên dîlanê bi dawî bû.

(bx)

ANHA