Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Dewreya perwerdê ya endamên HPC‘ê bi dawî bû

TIL TEMIR – Dewreya sêyemîn a 63 endamên Hêzên Parastina Civakî (HPC) bi şahiyekê dawî bû.TILTEMIR-SAHIYA-BIDAWIKIRINA-PERWERDEYA-HPC1

Hêzên Parastinê Civakî (HPC) ya bajarê Til Temir ji bo 63 endamên HPC`ê yên  ji herêmên Çiyayê Kezwanan dewreyeke perwerdê bi navê ” Dewreya Şehîd Ibrahîm Seydo” yê di Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo şehîd bibû, dabû destpêkirin.

Dewereya perwerdê 10 rojan dom kir. Di dewreyê de dersên leşkerî û bîrdozî hatin dayîn.

Bi armanca qedandina dewreyê, şahiyek li gundê Kerin ê girêdayî herêma Çiyayê Kezwan hat lidarxistin. Di şahiyê de bi dehan şêniyên herêmê, Rêveberên HPC û berpirsyarên dewreyê amade bûn.TILTEMIR-SAHIYA-BIDAWIKIRINA-PERWERDEYA-HPC2

Şahî bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê Fermandarê Hêzên Parastina Civakî yê bajarê Til Temir Mihemed Qado axivî û keda HPC`ê  ya di parastina ewlehiyê de anî ziman û tekezî li ser xurtkirina parastinê di vê rewşê de kir.

Paşê endamên dewreyê sûnda leşkerî xwarin.

Di şahiyê de li ber stranan dîlan hat gerandin. Şahî bi dirûşmeyên daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bû.

Yek ji endamên ku tevlî perwerdeyê bibû bi navê Fatima Hisên ji ANHA‘yê axivî  û  destnîşan kir ku ew ê hemû Rojava û Bakurê Sûriya biparêzin.

Fatima Hisên di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinan kir ku rola xwe di her qadên jiyanê de pêk bînin.

(bb)

ANHA