Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Dewreya perwerdeya xwendin û nivîsandinê li Girê Spî hate vekirin

GIRÊ SPÎ – Kongreya Star bi hevkariya komîna gundê Huriyê yê rojavayî bajarê Girê Spî, dewreyeke perwerdeya xwendin û nivîsandinê bi beşdariya 42 jinan, vekir.

Dewreya ku îro dest pê kir, 42 jinên temenê wan di navbera 25-50 salî ku ji xwendinê hatibûn mehrûmkirin, beşdarî bibûn.

Helal  Xelîl yek ji jinên ku beşdarî perwerdeyê bûne, diyar kir ku ji ber kevneşopiyên civakê di temenê biçûk de nikaribû bixwenda, lê niha Kongreya Star xewna wê bi cih anî.

Yazî Casim jî spasiya Kongreya Star û komîna gund li ser vekirina dewreya perwerdê, kir.

(kc)

ANHA