Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Dewreya Taekwondo bi dawî bû

Dîmen

QAMIŞLO- Dewriyê Taekwondo ya kantona Qamişlo bi dawî bû. Tîma Xebat a ji bajarê Dirbêsiyê di rêza yekê de biserket.QAMISLO-SPOUR (5)

Tîma Xebat di mersîmeke ku li salona Şehîd Zelal Munzir a spora şer a li Qamişlo de hate lidarxistin de, hate xelatkirin.

Dewriya ku ji aliyê Yekîtiya Sporê ya Kantona Cizîrê ve hatibû orgenîzekirin li salona Şehîd Zelal Munzir hate lidarxistin. Bi dehan lîstikvanên bi temenê biçûk beşdarî spore bûne. tîmên sporê yên beşdar bûne ev in: Tîma Xebat a ji bajarê Dirbêsiyê, Tîma Amûdê, Tîma berxwedan a bajarê Hesekê,Tîma Mîtan a Serêkaniyê û Tîma Cûdî ya ji bajaroka Rimêlan”

Di destpêka dewrî de lîstik li gorî giranbûna wan hatin dabeşkirin.

Di dawiya dewriyê de tîma Xebat a ji bajarê Dirbêsiyê di rêza yekem de, tîma Cûdî ya Rimêlan di rêza duyemîn de û tîma Berxedan di rêza sêyem de derketin.

Ev cara duyemîne ku dewreya Taekwondo li kantona Cizîrê tê lidarxistin, cara yekeme di sala 2015’an de hate lidarxistin.

(dc)

ANHA