Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Dewreya yekemîn a Hêzên Taybet a Artêşa Şoreşgeran bi dawî bû

ŞEHBA – Akademiya Şehîd Neîm Şêx dewreye yekemîn a Hêzên Taybet a Artêşa Şoreşgeran bi merasîmekê bi dawî kir.SEHBA-BIDAWIKIRINA-DEWRAYE-TAYEPET-A-JAEYSH-ALSWAR (8)

Di merasîman de hin fermandarên Artêşa Şoreşgeran û Hêzên Şoreşger ên Kantona Şehbayê amade bûn.

Dewreya ku  bi navê şehîd Xetab hatibû organîzekirin 22 şervanên Hêzên Taybet hatin perwerdekirin. Di dewreyê de waneyên taybet ên leşkerî, girîngiya perwerdeyê, demokratîk, exlaq, maf, azadiya jinê, dîroka Sûriyê, rêziknameya QSD û rêgezên neteweya demokratîk hatin hatin dayîn.

Merasîman bi torenek leşkerî dest pê kir. Pişt re şervanan soza leşkerî dan û hin şêwazên operesyonên biserdegirtinê pêşkeş kirin.

Paşê Fermandarên Artêşa Şoreşger Dilşêr Idlib û Omer El-Esîr(Ebo Xiyas) axîvin û bal kişandin ser girîngiya perwerde  û avakirina togayên taybet û yên têkoşîna li dijî terorê. Her wiha fermandaran bidawîkirina perwerdeya yekemîn a Hêzên Taybet a Artêşa Şoreşgeran li gelê Kantona Şehba û tevahiya Sûriyeyê pîroz kirin.

Merasîm bi gerandin dîlanê bidawî bû.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku  şehîd Neîm Şêx bi nasnav Ebo Ramî, ji bajarê Humise, di 31`ê cotmeha 2016`an de li gundê Xerîsa, di şerê li dijî DAIŞ`ê de şehîd bibû.

(nse/kc)

ANHA