Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Dewriya El-Itîfaq bi dawî bû

MINBIC- Dewriya Fotbolê ya Itîfaq (Lihevkirinê) ku li gundê Hesen Axa ya navçeya Ebû Qelqel ji aliyê Yekîtiya Werzişê hatiye lidarxistin bi dawî bû. Di matşa dawî de tîma El-Ehlî biserket.

Piştî lîstgeha navçeya Ebû Qelqel a Minbicê hate vekirin, yekem dewriya fotboê ya wê herêmê bi navê “El-Itîfaq”bi hate lidarxistin. Di matşa dawî ya dewreyê de ku di navbera tîma El-Ehlî û El-Wesil da hate lidarxistin, tîma El-Ehlî biserket.

Beriya mats destpê bike, Rêveberê Yekîtiya Sporê Ebdulqadir El-Şêx axivî û bixêr hatina hemû beşdaran kir û got ku di matşê de tu kes binnakeve lê belê serkftin a hemû gelê Minbicê ye.

Paşê mats destpê kir û bi serkeftina tîma El-Ehlî bi dawî bû.

(dc)

ANHA