Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Di 2 rojan de hezar û 360 koçber gihîştin Efrînê

EFRÎN- Ji herêma Şahba û herêmên din ên Sûriyê hezar û 360 koçberên ku ji ber kiryarên çeteyên girêdayî Tirkiyê û çeteyên DAIŞ`ê reviya bûn, gihîştin kantona Efrînê.

Koçberiya şêniyên herêma Şahba û herêmên din ên Sûriyê ku ji ber kiryarên çeteyên girêdayî Tirkiyê û çeteyên DAIŞ`ê pêk tê bê navber didome. Beşek mezin welatî berê xwe didin kanotna Efrînê.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, tenê di nava 2 rojan de ji herêma Bab, Ezaz, Cerablus, Soran, Reqqa, Dêrezor û Bokemal hezar û 360 koçberên ku piraniya wan jin û zarokin gihiştin kantona Efrînê.

(np/dc)

ANHA

2017-4-20-EFRIN-REWSA-KUCIBERAN (9) 2017-4-20-EFRIN-REWSA-KUCIBERAN (7) 2017-4-20-EFRIN-REWSA-KUCIBERAN (8) 2017-4-20-EFRIN-REWSA-KUCIBERAN (6) 2017-4-20-EFRIN-REWSA-KUCIBERAN (5)