Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Di 6 saliya xwe de aşiqê stranbêjiyê bû

ÎHSAN EHMED

HESEKÊ – Ji 6 saliya xwe aşiqê stranbêjiyê bû û li Navenda Çand û Hunerê ya Xabûrê ya bajarê Hesekê ji bo pêşxistina hobiya xwe, perwerdeyê dibîne.

Zarokê bi navê Şems Amir Celal (8) ji taxa Miftî ya bajarê Hesekê ye. Ji 6 saliya xwe de stran digotin û dengê wî xweş bû. Ji ber vê yekê malbata wî ew li Navenda Çand û Hunerê ya Xabûrê tomar kirin, da hobiya wî pêş bikeve.HESEKE-DI-6-SALIYA-XWEDE-ASQE-DENGBEJIYE-KIR1 ‫(1)‬ ‫‬

Şems ji bo ku hobiya xwe pêş bixe di hefteyê rojên în û şemiyê diçe Navenda Xabûrê û li gel 20 hevalên xwe, perwerdeya stranbêjiyê dibîne. Dayîk û bavên wî jî pê re dibin alîkar.

Şems dema xwe ya vala bi lîskê derbas nake û li malê xwe perwerde dike. Şems wiha got: ″Ez ji mamosteyê xwe û şêwazê perwedekirinê wî hez dikim. Ew min fêrî çawaniya bilêvkirina tîpan dike.″

Mamosteyê Şems, Ciwan Ehemd da zanîn ku Şems bi zû fêr dibe û dengê wî ji temenê wî mezintire. Ciwan wiha domand: ″Ez ê bi hemû keda Şems perwerde bikim, da dengê wî baş bibe û serê min pê bilind bibe.″

Dayîka Şems, Îlham Îlyas jî anî ziman ku Şems ji 6 saliya xwe de aşiqê stranbêjiyê bû û wiha got: ″Ji ber vê me ew li Navenda Çand û Hunerê ya Xabûrê tomar kir, da hobiya wî pêş bikeve.″

Îlham da zanîn ku Şems bi alîkariya mamosteyê xwe pêş ketiye.

(mm)

ANHA