Têkilî | Derheqê me de

Di aloziya Sûriyê de Efrîn pêvajoyeke nû ye

ANALİZ

NEWROZ OSMAN

NAVENDA NÛÇEYAN – Bajarê Efrînê ji 13’yê sibata 2016’an ve di grubunên siyasî de girîngiyeke xwe ya zêde di aloziya Sûriyê de çêbû. Bi taybet di herêmên Bakurê Sûriyê de wekî Idlib û Helebê pêk hat. Yanî piştî ku Artêşa Tirk yekem car dest bi topbaranaê wê kir, piştî rizgarkirina Til Rifet a herêma Şebayê ji destê çeteyên Koalîsyona Opozisyona Sûriyê hate rizgarkirin, pêk hat. Niha jî dewleta Tirk bi navê “Şaxê Zeytûnê” li dijî Efrînê êrîşeke berfireh pêk anî û bi îdaya vegera Koçberan û şerê DAIŞ’ê dixwaze herêmê dagir bike.

Efrîn di aliyê jeosiyasî ket herêma girîng a Sûriyê ji ber vê yekê bû qada şer a di navbera hêzên heremî û navdewletî. Ev taybetmediya xwe jî, ji ber ku nêzî bajarên Heleb, Idlib û herêmên Şabayê ye.  Di heman demê de nîzî Cerblus, Ezaz û Cerblusê û nêzî herêmên çeteyên Cebhet El-Nusera ya li Keleya Seman, Çiyayê Berekat û Çiyayê Eqîl. Di heman demê de cîrana bajarokên Nubil û Zehrai yên Şîa ne.  Girê Qestel Cindo ya girîng a navçeya Şer ya nêzî deriyê Sînor a Bab El-Selame ya di navbera Sûriyê û Tirkiyê de ye. Di vê navendê re çeteyên Tirkiyê derbasî Efrînê dibin. Girîngiya wê ji bo gihandina Deriya Spî heye, ew jî yek ji  xwestekên Amrîka, Rûsiya û Tirkiyê bi xwe ye jî.

Tirkiyê di riya Efîrnê re dixwaze Koalîsyona mirî zindî bike

Şerê Efrînê di destpêka xwe de şerekî siyasî beriya ku şerekî leşkerî be. Ew ne şerekî kurdî-Tirkî tenê ye. Lê belê bûye şerê tesfiya hesaban a di navbera hêzên gelek aliyê navdewelî û herêmî û di serî de Rûsiya, Tirkiyê û Îranê ye. Rêjîma Sûiryê re cihê wê yê girîng heye.

Dewleta Tirk bi xistina komên çekdar ên Artêşa Azad di şerê Efrînê de ew gaveke din a herêmî ya di qadê de û dixwazin wê wekî anternatîf ji hêzên QSD’ê de re destnîşan bikin.
Çavkaniyên komên çekdar ku dewleta tirk ew xistine şerê Efrînê de wekî Feyleq El-Sanî  ku kesê bi navê Fehîm Îsa rêveberiya wê dike. Fehîm beriya niha fermandarê Sultan Murad, ku di êrîşa li ser Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û herêmên Şehbayê de cih girtin.

Li kêleka çeteyên Sultan Murad bi çeteyên Eniya Turkmanî ku bi beşdarbûna wan a êrîşên dijwar a li ser Taxa Şêxmeqsûd di sala 2016’an de anîn. Li gorî çavkaniyên taybet hejmara çeteyên bi Artêşa Tirk re beşdarî şerê li ser Efrînê bûne tenê 5 hezar in, lê ew di saziyên çapemeniyê de yên Tirkiyê de mezin dikin. Dewleta Tirk çand caran dixwest ku wan koman bike hêza Sûriyê ya li pêş li ser erdê, lê bi ser naket.

Dewleta Tirk di buhara sala 2015’an de li ser zimanê Mewlûd Çavuşoglu got ku Amarîka dest bi perwedekirina çekdarên nerim li ser xaka Tirkiyê kiriye, Amarîka alîkarî û çebilxane ji wan re pêşkêş kir. Wan perwerde kir li ser easasê ku dê şerê rêjîma Sûriyê û DAIŞ’ê bikin. Amarîka di nava çend mehan de 384 milyon dolar li ser perwede û çekirna wan xeric kir.Paşê Amarîka fermî ragîhand ku wan piştgiriya wan çekdaran rawestandiye û destnîşan kir ku hewldana wan a perwedekirina wan çend caran têk çû.

Di şerê Efrînê de nakokiyên mezin hene wekî nakokiyên me di şerê Heleb, Idlib, Şam, Humis û Hemayê de dîtiye, ku rê dane hêzên rêjîmê, Rûsiya û çeteyên Koalîsyonê ku xaka Efrînê dagir bikin. Em hemû dizanin ku komên

Ete ku Rûsiya û rêjîma Sûriyê li Heleb û Idlibê, her wiha derdoran Laziqiyê, Hema û herêmên din ên SÛriyê di aloziya Sûriyê de şerê wan dikirin. Lê girînge ku em balê bikşînin ser itîfaqa di navbera Rûsiya, Rêjîma sûriyê û Tirkiyê, wekî çawa li Helebê kirin. Rûsiya rê dayîna wê ji Tirkiyê û çeteyên wê ku êrîşî Efrînê bikin û beşek ji xaka girîng a Sûriyê dagir bikin, gelekî girînge. Gelo itîfaqeke din di navbera wan û rêjîmê de heye? Nîşan heye ku Rêjîma Sûriyê, Erdogan û Birayên Misliman li ser vê mijarê lihev kirine û bargehên xwe li Dera û Quneytira saz kirin.

Pênasekirina hevkariya Rûsiya, Tirkiyê û Opozisyona Sûriyê li Efrînê ne pir zehmete, lê belê itîfaqa wan li gorî berjewendiyan pêk tê. Cave her kesî li ser Efrînê ye û pêşketina li wir dişopîne. Di vê çareçoveyê de rêjîma Sûriyê balafirgeha Ebû El-Dehûr a bajarê Babê bidest xistin. Ev jî piştî itîfaqa di navbera rêjîma Sûriyê û Tirkiyê de pêk hat.

Di heman demê de girîngiya bajarê Hereseta ya Şamê di şerê Sûriyê de. Di vê çarçoveyê de çavkaniyên jê bawer karwanek ji Artêşa Tirkiyê di dîroka 24’ê mehê li Idlibê pêk hat. Beşek din jî Arêtşa Sûriyê di 24’ê vê mehê de ji Idlibê birin gundên Helebê.

Di aliyekî din re em dibînin ku Tirkiyê dibêje ku armanca wê ji dagirkirina Efrînê ew e ku koçberên Sûriyê vegerînin û derbasî Efrînê bikin. Çavkaniyekî jê bawer got ku 5 hezar çete ji partiya Tirkistanî ya Islamî û çeteyên wê anîn ser Efrînê.

Di heman demê de zêdeyî hezar 600 çeteyên DAIŞ’ê di riya Tirkiyê re hatin xaka Sûriyê, piştî rizgarkirina Reqayê ev çete vegeriyan û di herêmên Bakurê Helebê de pêk hatin. Ji gundê Şmarîn a gundên Helebê ku derdora 66kîlometreyan nêzî herêmê ye û gundên Bab El-Leymûn a li ser sînor Tirkiyê û 93 kîlometreyan dûrî gundên Helebê û bejarokê Marie û 60 kîlometir dûrî Helebê ye, komên çete yên DAIŞ’ê li Çiyayê Kurdan a Laziqiyê kom kirin. Tirkiêy navê Mexawîr kom kirin. Ew perwede kirin û wan xistin şerê Helebê de, navê wan jî kirin Mexawîr.

Tê zanîn hejmarek çeteyên DAIŞê di şerê Efrînê de hatin kuştin. Piştî çete hatin kuştin, ji bo rastiya hebûna DAIŞ’ê di şer de diyar nebe, Artêaş Tirk daxuyanî da û got ew li Efrînê şerê YPG û DAIŞ’ê dikin.

Careke din diyar dike ku şerê Efrînê aloziya Sûriyê hîn kûrtir dike, bi taybet piştî gavên ku Bakurê Sûriyê gavên mezin hatin avêtin.

(dc)

ANHA