Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Di balafireke Tirkiyê de zêdetirî 7 milyon hebên hişbirê hatin dîtin

NAVENDA NÛÇEYAN – Hêzên Ewlekariya Iraqê di balafirgeha Bexdadê de zêdetirî 7 milyon hebên hişbirê di balafireke Tirkiyê de desteser kirin.

Berdevkê Meclîsa Dada Bilind Abd Star Bîrqedar tekez kir ku hejmara heban ji 7 milyonî zêdetire. Bîrqedar got ku hebin hişbirê  yên ku di balafireke Tirkiyê de  hatine girtin ji cûreya Artîn e.

(kc)