Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Di bin baranê de cenazeyê şehîd Cegerxwîn spartin axê

GIRÊ SPÎ – Welatiyên Girê Spî di bin baranê de cenazeyê  şervanê YPG’ê Mehmûd Ebdulqadir (Cegerxwîn) ê dema erka xwe pêk tanî li Reqayê şehîd bû, li goristana Şehîd Mehmûd Time spartin axê.GIRE SPI-MERASIMA-SEHIDA (3)

BI sedan şêniyên Girê Spî cenazeyê şervanê YPG’ê Mehmûd Ebdulqadir (Cegerxwîn) ê dema erka xwe ya leşkerî li bajarê Reqayê pêk tanî mayînek pê ve teqiya û şehîd bû, bi merasîmekê li goristana şehîd Mehmûd Tima spartin axê.

Nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Girê Spî, Kongreya Star û saziyên bajar û şervanên YPG/YPJ’ê jî beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîmê de girseya gel alên TEV-DEM, QSD, YPG, YPJ, alên saziya malabtên şehîdan û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah OCalan vekiribûn.

Merasm bi rêzgirtinê destpê kir û paşê rêzgirtina leşkerî ji aliyê şervanên Erka Xweparstinê hate lidarxistin. Di berdewama merasîmê de jî gelek axaftin hatin kirin. Hevserokê Meclîsa Katona Girê SPî Hemdan El-Ebdid axivî û got: “Di destpêkê de em sersaxî ji malbata şehîd û ji xwe re dixwazin. Ew şehîdên biratiya gelan û jiyana hevbeş in.”

Di berdewama merasîmê de li ser navê Kongreya Star Werde Muslim axivî û got ku şehîdên azadiyê ji bo azadiya gelan cane xwe feda kirine û wiha dom kir:”Em sersaxiyê ji malbata şehîd Cegerxwîn re dixwazin. Em soz didin ku em ê şopdarên riya wan bikin û herêmên xwe biparzêzin.”

Piştî axaftinan sicîlê şehîd Cigerxwîn hate xwendin û radestî malbatên hate kirin.

Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyê şehîd bi diruşmeyan spartin axê.

(dc)

ANHA