Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê civîn hate lidarxistin

TIL HEMÎS Kordînasiyona Jin a Tevgera Civaka Demokratîk(TEV-DEM) di çarçoveya çalakiyên roja tekoşîna li dijî tundiya li ser jinan li navçeya Til Hemîs a girêdayî kantona Qamişlo civînek lidar xist.

Kordînasiyona Jin a TEV-DEM`ê di çarçoveya çalakiyên roja 25`ê Mijdarê roja tekoşîna jinê bi dirûşmeya “Rûxanidna pergala Îmralî rûxandina tundiya li ser jinê ye” li navçeya Til Hemîs a girîdayî kantona Qamişlo civînek lidar xist.

Civîn li navend Çand û Hûner hate lidarxistin. Bi sedan şêniyên navçeyê û gudewarên wê, rêveberê Saziyên Civaka Sivîl, endama Kordînasiyona Jinê ya kantona Qamişlo Cûdî Osê, beşdarî civînê, bûn.

Civîn bi rêzgirtin destpê kir, paşê Endama Kordînasiyona Jinê Cûd Osê axivî û sedema roja cîhanî a tekoşîna Jinê diyar  kir.

Cûdî di axaftina xwe de da zanîn ku gelek cûreyên tundiyê li ser jinan pêk hatiye.

Cûdî Osê di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinan kir ku rola xwe di nava civakê de xurt bikin û her wiaha rola wê di komîn û saziyan de serke ye û wiha got:”Pêwîste zagonên ku mafê jinan bidest dixe, pêk werin”.

Her wiha gelek nîqaş di civînê de hatin kirin.

Civîn bi dirûşmeyên azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bidawî bû.

ANHA