Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Di çarçoveya hemleya Serî Hilde de civînek hate lidarxist

EFRÎN – Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) li gundê Çeqmaqa Mezin a herêma Raco ji bo ewelarkî û tenduristaiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û diyarkirina rewşa wî li gundê Çeqmama Mezin civînek lidar xist.

Yekîtiya Ciwanên Rojava hemleya xwe ya “Serî Hilde” bê navber didomîne. Di vê çarçoveyê de li gundê Çeqmaqa ya herêma Raco ya kantona Efrînê civînek lidar xist.

Civîn bi rêzgirtin destpê kir, paşê Rêveberê navenda Şehîd Eslan Partîzan Kerkûk li ser şofînîtiya dewleta Tirk û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivî û da zanîn ku ewê hemleya xwe berdewam bikin.BARTIZAN KIRKOUK

Partîzan Kerkûkî di axaftina xwe de behsa rewşa Efrîn û Şehbayê jî kir û got ku xeteriya artêşa Tirk a li ser wan herêman zêde dibe û got ku ew amande bersiva hemû êrîşên Artêşa Tirk bidin.

Kerkûkî di axaftina xwe de tekez kir ku ciwan wê heyanî nuqteya xwîna xwe ya dawî li hember êrîşên artêşa Tirk a dagirker ku li ser herêmên wan pêk tên liber xwe bidin.

Civîn bi pêxistina meşeleyan û dirûşmeyên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bidawî bû.

(bx)

ANHA