Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Di êrîşa DAIŞ`ê de 7 karmend mirin

NAVENDA NÛÇEYAN – Dezgehên ragihandinê dan zanîn  ku di êrîşa xwekujekî ya çeteyekî DAIŞ“ê li dijî stasyoneke elektirîkê ya rojhilatî Semirai ya  Iraqê,  7 karmend mirin.

Jêderekî Ewlekariyê yê Iraqî ji dezgehên ragihandinê re eşkere kir ku di heman êrîşê de 13 kesên din jî birîndar bûn.

Ev êrîş piştî ku çeteyên DAIŞ`ê derbeyên giran li Iraq û Bakurê Sûriyê xwarin û gelek cih winda kirin, pêk hat.

(nse)