Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Di êrîşa li DYA`ê de 20 kes mirin, ji 100’î zêdetir kes birîndar bûn

NAVENDA NÛÇEYAN – Di êrîşa çekdarî ya li dijî Festîvala Muzîkê ya Roûte 91’ê ya li Las Vegasê ya DYA’yê de tê gotin ku herî kêm 20 kes mirine û ji 100’î zêdetir kes jî birîndar bûne.

Polîsên Las Vegasê diyar kirin ku êrîşkarek hatiye bêbandorkirin. Şahidên bûyere jî diyar kirin ku êrîşkar ji qatê 32’emîn ê otelekê gule reşandiye û bi kêmanî 100 gule berdaye.

Polîsên Las Vegasê êrîşê piştrast dikin û diyar kirin ku êrîşkar hatiye bêbandorkirin û operasyon didome.

(kc)