Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Di Hevdîtina Şêwirê de Sûriyek pir reng derket pêş

AMUDÊ – Nîqaşa xala yekemîn a derbarê rewşa Sûrî de bi dawî bû û niha Hevdîtina Şêwirê bi gotubêjkirina forma sîstema Federaliyê di rêvebirin û çareserkirina pirsgirêkan de, didome.

Hevdîtina Şêwirê li salona Beylesan li navçeya Amudê ya Herêma Cizîrê di bin dirûşimeya” Federalî çareseriya herî guncav a yekîtiya gel û erdê Sûriyeyê ye” bi nîqaşkirina xala yekemîn didome. Di vê xalê de behsa metirsiyên Tirkiye û Îran û hemû aliyên di Sûriyeyê de ji pêkanîna Projeya Federaliya Demokratîk dike.

Di nîqaşan de raber bû ku rêjîm heta niha siyaseta redkirina gel dide meşandin, Koalîsyona Sûrî jî nikaribû nunertiya hemû gelê Sûrî bike, bi awayekî cidî nêzî mijarên sereke nebû û berjewendiyên dewletên herêmî û di serî de ya Tirkiyeyê pêk anî.

Hin nêrînê din jî destnîşan kirin ku şoreşa Sûrî ji riya xwe ya tekoşîna rumet û azadiyê derket û veguherî şerekî etnîkî ku hemû gelê Sûriyeyê bû qurbana wê.

Her wiha beşdarvanan dan diyar kirin ku parastina erdê Sûrî di vê qonaxa hestiyar de erkekî niştimanî ye, pêwîste hemû pêkhateyên Sûrî li ser veguhestina sîstemê ji navendiyetê ber bi dewleteke nenavendî ve, bixebitin û li gora wê formekî nû yê rêvebirina vî welatî derbikeve.

Derbarê destwerdanên hêzên derve de jî, îşaret bi girîngiya pêşxistina têkiliyên navxweyî û rê li ber girtina destwerdanên dervayî hat kirin û destekdayîna leşkerî ji hêzên QSD`ê re ku ew parêzvanê hemû pêkhateyan e.

Xala ku di nava beşdarvanan de derket pêş jî lihevkirina ser projeya federaliyê û hat destnîşan kirin ku zêdetirî 25 welatên pêşketî weke Amêrîka, Belçîka, Hindistan, Rusiya û hwd xwedî sîstema federal in.

Hevdîtina Şêwirê bi nîqaşa xala duyamîn ku derbarê forma sîstema federal de rêvebirin, pêkanîna zagonan û çareserkirina pirsgirêkên netewî di welatên pireng wekî Sûriyeyê de.

(nse)

ANHA