Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Di komkujiya Dêrazoar de 43 birîndar bûn

HESEKÊ-Di komkujiya ku duh li ser riya Xurafî ya di navbera Hesekê û Dêrazor pêk hatibû de 9 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 43 jî birîndar bûn.

Çeteyên DAIŞ‘ê duh saet di 18:30 an de li ser riya Xurafî ya dikeve navbera Dêrazorê û Hesekê de du erebeyên bombebarkirî di nava hejmareke mezin a sivîlên Dêrazorê de teqandin. Di encamên de 9 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û di nav de 3 nûçegihnên me 43 jî birîndar bûn.

Hêzên Sûriyeye Demokratîk û Hêzên Asayîşê yekser birîndar rakirin nexweşxaneyên Hesekê û Qamişlo.

Li nexweşxaneyên Hesekê 25 birîndar û li Qamişlo jî 18 birîndar têne dermankirin.

Birîndarên li bajarê Hesekê, li nexweşxaneyên  Îsam Bexdî, Hikme û Wetenî tenê dermankirin. Li gorî agahiyên kardroyên nexweşxaneyê; rewşa hin birîndaran giran û niha di bin kontrolê de ne.

Li nexweşxaneya El-Wetenî ya bajarê Qamişlo jî 18 birîndar hene. Di nav birîndaran de, du zarok ku temenên wan kêmî du salan e rewşa wan giran e û di bin kontrolê de ne, her wiha 3 keç kêmî 15 salan şikesetin bi wan re çêbûne, yên din rewşa wan baş e.

Piraniya birîndaran ji herêmên Meyadîn, El-Bûleyl û El-Mûhesen ên girêdayî bajarê Dêrazorê ne.

(bb)

ANHA