Têkilî | Derheqê me de

Di kongrê de girîngiya lidarxistina kongreyê netewî hate vegotin

EFRÎN- Partiyên siyasî yên ku tevlî sêyemîn a kongreya PYD`ê bûne destnîşan kirin ku divê kongreyê netewî di zûtirîn demê de were lidarxistin.

Sêyemîn kongreya PYD`ê bi dirûşmeya ʺJi Rojava ya azad ber bi Sûriya demokratîk veʺ destpê kir. Ji Efrîn, Şehba û Helebê 350 delege beşdarî kongreyê bûn.

Di berdewama kongreyê de Endama Meclîsa Zagonsaz a kantona Efrînê Muşîre Menla Reşîd, Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Meryem Henan, Hevseroka TEV-DEM`ê Daliye Henan, Rêveberiya Kongreya Star Wehîde Xelîl, Endamê Partiya Hevbendiya Niştîmanî ya Demokratîk a Sûriyê Elaidîn Xalid, endamê Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Mustefa Horo û Endamê Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê (Yekîtî) Reşîd  Şaban axivîn.

Endamên partiyên siyasî yên ku di kongrê de axivîn destnîşankirin ku ji bo gelê kurd bi hev re li hemberî êrîşên hundirîn û derve li ber xwe bidin û parstina mayînde bikin, divê kongreya netewî di zûtirîn demê de were lidarxistin.

Piştî ku axavtin bi dawî bûn di berdewamiya kongrê de rapora salane ya rêxistina PYDʹê ya Efrînê hate xwendin.

(np/dc)

ANHA