Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Di Kongreya PYD’ê de polîtîkayên Elmanya yên li dijî Kurdan hate şermezarkirin

NAVENDA NÛÇEYAN – Kongreya 9’an a rêxistina PYD Elmanya, li Holandayê bi gotûbêjan ve dewam dike. Di rapora xebatan a kongreyê de hate xwendin, Elmanya bi zimanekî tund hate şermezarkirin.

Di raporê de nerazîbûn nîşanî qedexeyên Elmanya ya li ser sembolên PYD, YPG û YPJ’ê hate dayîn û wiha hate gotin: “Elmanya bi van qedexe û êrîşan ve xizmeta DAIŞ’ê dike.”

Kongreya 9’emîn a Pariya Yekîtiya Demokrat (PYD) bi gotûbêjan ve dewam dike. Kongreya ku têde nûnerên rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî yên li Ewropa û Rojhilata Navîn axîn destpê kir, di rûniştina piştî nîvroyê di gotûbêjên hatin kirin de ji bo dema nû pêşniyar hatin kirin.

Piştî hilbijartina dîwanê û şûnde bi xwendina raporên xebatê yên salane yên PYD, rêxistinên jinan û ciwanan ve dewam kir. Di rapora PYD’ê de bal hate kişandina ser bingehên jiyanê ya li ser esasê demokratîk û azadiyê û ev tişt hate gotin: “Tevî ku bi salan e li Ewropa xebtan bi rêve dibin, hê jî negihiştine asta ku em dixwazin. Ev jî bê şik û gûmanên ku plansazî û hedefên ku me danî pêşiya xwe ku nehatî kirine.”

Di rapora Rêxistina PYD Ewropayê de, polîtîkayên Elmanya ya li dijî Kurdan bi tundî hate şermezarkirin û nerazîbûn nîşanî qedexeyên li dijî sembolên Kurdan hate nîşandan. Di dewama raporê de têkildarî van qedexeyan ev tişt hate gotin: “Li Ewropa li dijî xebatên me êrîş hene. Bi taybet li Elmanya qedexeya li ser sembolên me, ev îfadeya herî zela a êrîşan in. Ji ber ku rola Ewropa bi polîtîkayên li Rojhilta Navîn diyarker in. Em li Rojava û Sûriye bi rêxistinên terorê yên mîna DAIŞ’ê re têkoşînê dikin. Hemû cîhan bi me re di nava piştgiriyê de ye. Lê Elmanya sembolên PYD, YPG û YPJ’ê qedexe dike. Ev polîtîka xizmeta çeteyên DAIŞ’ê dike. Em van êrîşan qebûl nakin. Divê Elmanya bi lezgîn dev ji van êrîşên xwe berde û li dijî DAIŞ’ê piştgiriyê bide têkoşîna me.”