Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Di kongreyê de Meclîsa Rêveber hat hilbijartin

EFRÎN- Di 3ʹyemîn kongreya PYDʹê de Meclîsa Rêveberiyê hat hilbijartin û biryarên girîng hatin girtin.

Piştî ku rapora salana ya rêxistinî ji aliyê endama PYD`ê Hêvî Silêman ve hat xwendin rewşa kar û rêxistinî hat nirxandin.

Ji bo pêşxistina karê PYD`ê Meclîsa Rêveberiya ku ji 23 kesan pêktê hat avakirin. Her wiha biryara ku di aliyê rêxistinî de rêveberiya xetên navçeyan were avakirin hat girtin.

Yek ji biryaran rêxistinkirina Komîteya Têkiliyan bû û PYD`ê bi riya wê komîteyê karbe têkiliya xwe bi hemû pêkhate, partiyên siyasî, kesayetên civakî û rewşenbîran re çêbike. Ji bo ciwanan jî hat gotin ku divê ji aliyê bîrdozî, rêxistinî û siyasî ve bi alîkariya tevgerên ciwanan, werin perwerdekirin. Ji bo jinên ku ciyê xwe di nava xebatên PYD`ê de digrin hat gotin ku hejmara wan zêde bibe.

Di dawiya kongrê de endamên Meclîsê yên ku hatin hilbijartin soza xwe dan.

Kongê bi berzkirina dirûşmeya `Şehîd namirin, Bê Serok jiyan nabe` bi dawî bû.

(np)

ANHA