Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Di manêştên ereban de rewşa Sûriyê û referandûma Başûrê Kurdistanê

NAVENDA NÛÇEYAN – Di weşanên rojnameyên ereban ên îro de mijarên wekî rewşa Sûriyê, encamên serdana qeralê Sûidî li Rûsya û referandûma Başûrê Kurdistanê, derketbûn pêş.

Di çarçoveya rewşa Sûriyê de, Rojnameya Şeriq El-Ewest nûçeyek bi sernavê”Li bejahiya Humis û Hema agirbesteke din” hate raghandin, weşand. Di nûçeyê de tê gotin ku hêzên muxalif ên Sûriyê li bejahiya Humis û Hema hevpeymaneke nû ji bo agirbestê li her du herêmên navborî, bi Rûsyayê re çêkir.

Rojnameya El-Qudis Ereb jî derbarê rewşa Sûriyê de, nûçeyek bi sernavê”Tê gotin ku çeteyên DAIŞ`ê du leşkerên Rûsî şewîtandin û Koalîsyona Navneteweyî hêzên Rejîma Sûriyê kir hedefa xwe”weşand. Di vê çarçoveyê de çavkaniyan ji bejahiya Dêrazorê raghand ku çeteyên DAIŞ`ê du leşkerên Rûsî ku dîl girtibûn, bi rêbazê şewitandina leşkerê Urdinî El-Kesasbe, her du leşker şewitandin. Ji aliyekî din ve jî balafirên Koalîsyona Navneteweyî ya bi serkêşiya Waşonton, karwanekî Hêzên Rejîma Sûriyê dema ber bi herêma Tenif a nêzî sîrorê Iraqê  diçû, bombebaran kir.

Derbarê referandûma Başûrê Kurdistanê û helwestên li dijî wê, Rojnameya Şeriq El-Ewest nûçeyek bi sernavê”Ebadî naxwaze şerê Kurdan bike û Erdogan sînor digre”weşand. Di nûçeyê de ev date hatin dayîn:”Serokê Wezîrê Iraqê Heyder Ebadî tekez kir ku ji ber aloziya  ku piştî referandûmê derket, naxwaze şerê Kurdan bike. Di heman mijarê de, Serokê Tirkiyê Erdogan got ku welatê xwe wê di demeke nêz de sînorê xwe bi herêma Kurdistanê re bigre.”

Têkildarî mijara borî de, Rojnameya El-Ereb  nûçeyek bi navê”Îran di navbera çewsandina Kurdan û dûveketina Erebên El-Ehwazeyin, hêza xwe belav kiriye”weşand. Di nûçeyê de ev tişt hate gotin:”Dibe ku referandûma Kurdên li Iraqê bandoreke mezin li kêmneteweyên  li Îranê neke(Bi gotineke din dibe ku pêkhateyên li Îranê referandûmê ji dewleta Îranê nexwezin), lê gava Kurdan wê bandore li ser Erebên El-Ehwazeyin ku yek pêkhateyên herî ji kiryarên sîstema Îranê bi hers e, bike.”

Ji aliyekî din ve jî, di çavçoveya nêzîkatiyên  di navbera Rûsya û Sûidî de, Rojnameya Waşonton Bost, nûçeyek bi sernavê”Gelo wê Riyad dev ji hevalbendiya xwe a dirêj  bi Emerîka yê re ji bo Bûtin berde?”weşand. Di nûçeyê de ev date hatin parvekirin:”Mosko ji bo pêşwazîkirina qerqalê Sûidî Silêman ku gihîşt Rûsya, şahiyeke bi heybet amade kiribû. Serdana qeralê Sûidî ji Rûsyayê re bala  hemû cîhanê kişandiye, di demeke ku Waşonton û Sûidî zêdetirî 70 sal in hevalbendên hev in.”

Di heman mijarê de, Rojnameya Şeriq El-Ewset nûçeyek bi sernavê”Kirîna fûzeyên AS 400 û bi cih anîna wan” weşand. Di nûçeyê de hate destnîşankirin ku Sûidî û Rûsya hevpeymana kirîna fûzeyên parastina ezmanî a pêşketî (AS400) û sîstemên din ên çekan, îmze kirine. Li gorî hevyemanê wê Rûsya fûzeyan bibe Sûidî û li wir bi cih bike.”

(kc)

ANHA