Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Di  meha Gulan û Hizêranê de êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser Efrînê

CAFER CAFO

EFRÎN – Artêşa Tirk a dagirker, bê navber êrîşe Kantona Efrînê dike û avakirina dîwarê şermê didomîne. Di 2 mehên derbasbûyî de , artêşa dagirker derdora 300 darên zeytûnê rakirin û agir berda 200 darên din û 9 hiktarên genim.2017-6-19-EFRIN-RAPORE-LE-SER-DIGERKEYA-TUREKE (32)

Di destpêka meha Gulana derbasbûyî de, çeteyên artêşa Tirk a dagirker êrîş gundê Qestelê Cindo ya navçeya Şera kirin, hêzên YPJ/YPG`ê jî bersiva êrîşan dan. Her wiha çeteyan gule li cotkarekî gundê Mehmediyê ya navçeya Cindirêsê reşandin. Di heman demê de balafirên şer û yên keşfê yên artêşa Tirk a dagirker li ser sînorê Kantona Efrînê re digeriyan.

Di 8`ê Gulanê de çeteyên artêşa Tirk a dagirker 9 topên hawanan avêtin gundê Celemê ya Cindirêsê ya Efrînê topbaran. Di encamê de ziyan gihîşt mal û milkên sivîlan. Piştî 2 rojan artêşa Tirk a dagirker li nêzî gundê Mele Xelîl a Cindirêsê deriyek bi dirêjahiya 8 metreyan li ser sînor vekir, da ku alavên leşkerî  ji bo çeteyên xwe derbas bike.

Di 14`ê Gulanê de artêşa Tirk a dagirker hêz û cebilxaneyên leşkerî li ser sînorê gundê Elî Kero ya navçeya Bilbilê zêde kir. Artêşa Tirk a dagirker bi dirêjahiya 600 m li ser sînorê li hember gundê Elî Kero  dîwarê şermê ava kir.2017-6-19-EFRIN-RAPORE-LE-SER-DIGERKEYA-TUREKE (35)

Di 19`ê Gulanê de,çeteyên artêşa Tirk a dagirker ji aliyê kela Semanê ve êrîş gundê Îska ya navçeya Şêrewa kirin. YPJ/YPG`ê bersiv dan û êrîş şikandin. Di encamê de 3 çete hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn. Her wiha çek û cebilxaneyên wan jî hatin desteser kirin. Paşê, çeteyên artêşa Tirk a dagirker ji kela Semanê ve herdu gundên Basûfanê û Başemrê yên navçeya Şêrewa topbaran kirin.

Di 21` ê Gulanê de, di bersivdayîna YPJ/YPG`ê ya êrîşa ser gundê Îska de 3 çeteyên Ehrar El-Şam hatin kuştin û 6 din jî birîndar bûn.di 23`yê mehê de balafirên şer ên Tirkiyê li ser esmanê herdu navçeyên Reco û Şiyê yên Kantona Efrînê geriyan.

Di 25`ê mehê de, artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran û topavêjan êrîş gundên Zeirê, Topel û Kurdê yên navçeya Bilbilê kirin. Çeteyên artêşa Tirk a dagirker di 28`ê mehê de agir berdan zeviyên gundê Celemê ya navçeya Cindirêsê.2017-6-19-EFRIN-RAPORE-LE-SER-DIGERKEYA-TUREKE (30)

Di 29`ê Gulanê de, artêşa Tirk a dagirker  gundê Dêwa ya navçeya Cindirêsê ya Kantona Efrînê topbaran kir. Di encama hin topên li zeviyên çandiniyê hatine barandin de, 4 hêktar berhema genim hatin şewitandin.

Artêşa Tirk a dagirker di yekê  Hizêranê de, alavên leşkerî tevî alavên kolandinê anîn hemberî gundê Şingêlê ya navçeya Reco ya kantona Efrînê, da ku xendekan bikole û dîwarê şermê li ser sînorê bi Rojava û Bakurê Kurdistanê re ava bike. Her wiha bi artêşa Tirk derbasî gundê Şingêlê bûn, şêniyên gundê li hemberî artêşa Tirk a dagirker derketin ser sînor. Hêrs û berxwedana şêniyan tirs kir dilê artêşa Tirk a dagirker û neçar kirin bi tevî alavên xwe bi paşve bikşin.

Di 6`ê Hizêranê de, artêşa Tirk a dagirker agir bi zeviyên gundê Sorkê ya navçeya Reco xist.  Piştî artêşa tirk a dagirker paşve çû,  şêniyan agir vemirandin. Her wiha artêşa Tirk a dagirker rêyek sêyemîn a leşkerî di hundirê xaka Kantona Efrînê de vekir  û 300 darên zeytûnê yên şêniyên gundê Mersa ya navçeya Şera rakirin.

Di 7`ê Hizêranê de jî, artêşa Tirk a dagirker agir berda berhemên çandiniyê yên deşta navçeya Reco, di encamê de 2 hêktar genim hatin şewitandin. Di 10`ê Hizêranê de jî nêzî 3 hêktar zeviyên navçeta Şiyê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve hat şewitandin  ku 200 karên zeytûnê di nav de bûn.

Artêşa Tirk a dagirker 1 hêktar xaka gundê Kurdo ya Bilbilê di 11 Hizêranê de dagir kir û alavên û hêzên leşkerî li herêmê zêde kir û gule li ser welatiyan reşandin û gund topbaran kir. YPJ/YPG`ê bersiv dan êrîşan.

Artêşa Tirk a dagirker her wiha bi dirêjahiya sînorê bi gundên Ereb Cumo, Îkidamê û Şîltehtê ên navçeya Şera alavên xwe zêde kir û dest bi kolandina dîwarê şermê kir. Di dîroka 12`ê Hizêranê de, artêşa Tirk a dagirker dîsa riyên leşkerî di nav xaka dagirkirine de yên gundê Baliya ya navçeya Bilbilê fireh kirin û avakirina dîwar domand.

AZIN MEHIMED

Hevseroka Rêveberiya Daristanan (Ihracê) ya girêdayî Desteya Çandiniyê ya Kantona Efrînê Lazgîn Mihemed derbarê derbasbûna artêşa Tirk a dagirker nava xaka Efrînê û şewitandina berhemên çandiniyê û rakirin û şewitandina daran ev tişt got:”Artêşa Tirk a dagirker firehiyên mezin ji berhemên çandiniyê şewitandin û bi sedan dar rakirin û şewitandin. Her wiha 9 hêktar berhemên genim ên navçeya Şiyê, Reco û Cindirêsê û 200 darên zeytûnê yên navçeya Şiyê şewitandin û  600 darên zeytûnê yên navçeya Şera şewitandin û hêktarek xaka gundê Kurdo dagirkir.”

EBDIL ILHMYD EBRAHIM

Cotkarê bi navê Ebdulhemîd Îbrahîm ê ji navçeya Şiyê jî diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker 24 donim berhemên genim û 200 darên wî yên henarê şewitandin û bi qasî 1 milyon û 600 hezar L.S ziyan gihîşt wî.

(rr)

ANHA