Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Di merasîmê de teqîn: 3 mirî 2 birîndar

NAVENDA NÛÇEYAN – Li bakurê bajarê Remadî ya Enbara Îraqê madeyên teqemenî di merasîma definkirina jinekê de teqiya. Di encamê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 2 kesên din birîndar bûn.

Serokê Komîteya Ewlekariyê ya Meclîsa Parêzgeha Enbara Îraqê Neîm El-Giûd têkildarî bûyerê daxuyanî da û got ku liCezîret El-Bû Elî ya Bakurê Remadî teqemenî di merasîma definkirina jinekê de teqiya.

El-Giûd destnîşan kir ku di encama teqînê de 3 kesên tevlî merasîmê bibûn jiyana xwe ji dest dan û 2 birîndar bûn.

Çeteyên DAIŞʹê di sala 2015ʹan de herêma Remadî dagirkiribûn û li wirgelek welatiyên herêmê îdam kirin. Di dawiya heman salê hêzên Îraqê herêma Remadî ji çeteyan rizgarkirin.

(mh)

ANHA