Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Di Mîtan de şanoya Bêkes hate pêşkêşkirin

EFRÎN– Mehrîcana Mîtan a Şano ya kantona Efrînê di roja xwe ya sêyemîn de dewam dike. Îro jî şanoeya bi navê  “Bê kes” û sînefizyonek bi navê “Mala hevbeş” hatin pêşkêşkirin.EFRIN-ROJA-3-YA-VISTIVALA-MITAN1 (4)

Mehrîcana Mîtan a Şano ya herêma Efrînê ku bi diruşmeya “Em jiyanê diçînin” hatiye destpêkirin, di roja xwe ya sêyemîn de jî didome. Îro Şanoya bi navê “BêKes” hate pêşkêş kirin, her wiha sînevizyonek ji beşê şano ya zanîngeha Bexdayê hate pêşkêşkirin. Şanoya Bêkes ji nivêsên Hêvan Bozo ye û 2 lîstikvanan di şanoyê de lîstin. Lîstikvan Osman Hesen rola Bê kes list û Hunermend Hyvan Bozan rola Rinda list.

Piştî şano hate pêşandan sînevizyonek ku ji berhemên zanîngeha Bexdayê bi navê “Mala Hevbeş” hate pêşkêşkirin.

Beşdar bi coşeke mezin li bernameyê guhdar kir.Di dawiya bernemaeyê de jî nerîna beşdaran hate girtin. Tê payîn ku sibe jî Şanoya Kevir nayên xwarin were pêşandan.

(dc)

ANHA