Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Di nav ambargoyê de hilberîn; Desteya Enerjiyê

Hêlan Celal

GIRKÊ LEGÊ – Desteya Enerjiyê yek ji desteyên herî aktîf a kantona Cizîrê ku dikaribû di nav ambargo û rewşa şer a herêmê de, gelek xebatên gihandina enerjiyê ji ceyran, petrol û gazê hilberîne û bigihîne hemû erdnîgariya herêma Cizîrê.GIRKE-XEBATEN-DESTEYA-WIZE (3)

Desteya Enerjiyê ya Kantona Kobanê di dema rêveberiya xwe ya 3 salî de, gelek proje û planên mezin ên peydakirina madeyên ji petrolê (mazot, benzîn û kaz) û gazê, gihandina ceyran û ava vexwarinê ji herêmên rêveberiyê re pêk anîn û sergiha kirin.

Makanîzmeya rêxistinî

Desteya Enerjiyê di nav sala 2016`an de makanîzmeya xwe ya rêxistinî xurt kir da ku karibe li gora pêwîstiyên jiyanî yên Rojava xwe organîze û Kategorîze bike. Di vê çarçoveyê de 3 rêveberiyên gîştî yên desteyê (Rêveberiya Gîştî ya Ceyranê, Rêveberiya Gîştî ya Telefonan û Rêveberiya Gîştî ya Petrol û Gazê. Li aliyê din reşnivîsa qanûna derîbeyên muxalefetên ceyranê hat amadekirin û bi erêkirina Hevserokatiya Kantonê, ji aliyê Meclîsa Zagonsaz weke Qanûna /16/ a sala 2016`an hat erêkirin.GIRKE-XEBATEN-DESTEYA-WIZE (4)

Her wiha buroya jin a desteyê jî hat aktîfkirin da ku karûbarên jinên di nav desteyê de bişopîne û rêxistin bike.

Rêveberiya Petrol û Gazê

Rêveberiya Gîştî ya Petrol û Gazê hemû xebatên girêdayî van herdu madeyan birêve dibe. lewra fabrîqeya Gazê ya li herêmê jî birêve dibe. fabrîqeya navborî li gora miqdarê gaza ku ji stasyonên petrolê digihêje, berhem dide. Bi rêjeyek navîn rojane di navbera 4-5 hezar cereyên gazê hildibirîne.  Eger miqdara gaza ji stasyonê digihêje fabrîqeyê rêjeya super be, fabrîqe dikare 100 hezar cere gaz rojane hilbirîne.GIRKE-XEBATEN-DESTEYA-WIZE (1)

Rêveberê Gîştî yê Gerînendîneya Petrol û Gazê ya desteyê Mihemed Xêr Mihemed diyar kir ku wan di nav salê de gelek caran zirarên ku digihiştin bîr û boriyên gazê sererast dikirin.

Ekademiyên amadekirina pisporên qada enerjiyê

Ji bo endam û pisporên vê qadê bên amadekirin û gihandin jî, di sala 2016`an de akademiya Enerjiyê hat vekirin û li ser 3 dewreyan xebatkar perwerde kirin û gihandin. Kesên ji vê akademiyê derdiketin jî li navendên xebatê yên li Rimêlan, stasyon û boriyên li Girzîro dihatin erkdarkirin.MIHEMED XER

Ceyran

Rêveberiya Ceyranê ya herêma Cizîrê jî xebatên gihandina ceyranê ji stasyona Siwêdiyê birêve dibin. Niha li Siwêdiyê 3 perwane ji bo gihandina ceyranê dixebitin. Ev bi rêjeyek navîn nêzî 60 MW/h derdixin. Her wiha ev bi riya turek fireh ceyranê ji stasyonê digihînin hemû erdnîgariya herêma Cizîrê. Hêjayî gotinê ye, hijmara stasyonên veguhezandina ceyranê li kantona Cizîrê 21 stasyon in.

Rêveberê Gîştî yê Gerînendîneya Ceyranê Ekrem Silêman jî diyar kir ku rêveberiya wan di nav sale de 4 navendên nû yên ceyranê li Hesekê, Til Hemîs, Til Temir û Serêkaniyê vekirin. Bi vê yekê re hijmara navendên ceyranê li herêmê digihêje 12 HELICANnavendan. Di van navendan de û sazî û stasyonên din ên ceyranê de nêzî 90 kes dixebitin.

Her wiha da zanîn ku di nav salê de komîteyeke kontrolkirin û sererastkirin stasyonên ceyranê hat avakirin û vê komîteyê bi buhaya 150 milyon dolar 36 tranên ceyranê sererast kirin. Her wiha bi buhaya 375 dolar, 62 transên nû li gelek gund û bajarên herêmê belav kirin.

Li aliyê din, Rêveberiya Ceyranê, ceyran gihand gelek bajar û bajarokên nû-rizgarkirî yên herêma Cizîrê. Herêmên ceyranê gihiştinê wiha ne: bajaroka Til Hemîs tevî 362 gundên wê bi buhaya 750 hezar dolar. Bajaroka Şedadê û 290 gundên wê bi buhaya 440 hezar dolar, bajaroka Til Helef û 97 gundên wê bi buhaya 250 hezar dolar, bajaroka Mebûrka û 86 gundên wê bi buhaya 300 hezar dolar, bajaroka Hol û 140 gundên wê bi buhaya 180 hezar dolar, bajaroka Cezia 42 gundên wê bi buhaya 150 hezar dolar.EBID KERIM MELEK

Telefon

Piştî ku Desteya Telefonan a herêma Cizîrê hat betalkirin êdî veguherî buroyeke girêdayî Desteya Enerjiyê. Vê buroyê di nav salê de 489 xetên nû yên telefonan gihandin û hezar û 213 xet jî sererast kirin.

Her wiha dikaribû bi saziyeke înternetê re jî tîfaq bike, ku xizmeta înternetê ya ADSL bigihîne herêmê (Hesekê û Qamişlo).

Soz dan xebatên xwe geştir bikin

Hevserok û berpirsyarên Desteya Enerjiyê ya Kantona Cizîrê diyar kirin ku ew ê di dimên pêş de xebatên xwe geştir bikin û soz dan ku ew ê ji bo xizmete vî gelî bikin hemû erkên dikevin ser milên wan bi cih bînin. Her wiha bang li şêniyên herêmê kirin ku li gora qanûn û perspektîfên wan tev bigerin da ku bi hev re welatê xwe biparêzin û pêş bixin.

(ne)

ANHA