Têkilî | Derheqê me de
ANHA

‘Di nava 6 salan de  hezar û 915 jin li Tirkiyê hatine qetilkirin‘

NAVENDA NÛÇEYAN – Hate ragihandin ku di nava 6 salên dawî de hezar û 915 jin li Tirkiyê hatin qetilkirin.

Li gorî agahiyên ku malpera ” Sûcên li dijî jinan” ya têkidarî şopandina buryên tundiya li ser jinên dane, ji sala 2011‘an ve hate niha, li Tirkiyê hezar û 915 jin hatine qetilkirin.

Di rapora ku li ser maplerê hatiye weşandin de hate gotin ku  di nava vê hejmarê de ji sedî 50 jin ji aliyê hevjînên xwe yan jî hezkiriyê ve hatin kuştin û 396 jinên din jî piştî ku ji hevjînên xwe hatine veqetandin, hatin kuştin.

Di raporê de hatiye destnîşankirin ku li wîlayeta Baybortê ya bakurê rojhilatê Tirkiyê ya nêzî derya Reş, tekane wîlayete ku  ji sala 2010`an ve kuştina jinan pêk nehatiye.

Li Tirkiyeyê, bi taybet piştî ku partiya AKP‘ê serwer bû, tundiya li ser jinan zêde bû. Hikûmeta Tirkiyê gelek yasayên ku sûcdaran diparêze derxistine.

(rr)

ANHA