Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Di nava kavilan de jiyanek nû ava kir

SÎLVA MUSTEFA

HELEB Bi neçarî koçber bû, bi rizgarkirnê re vegeriya warê xwe û di nava kavilan de jiyaneke nû ji xwe re avakirin.HLB-CIROKA-JINEKE-VEGERIYA-MALA-XWA-LI-TAXA-ESREFIYE1 ‫(271712776)‬ ‫‬

Jina bi navê Nizha Hisên (32) zewicî ye û 8 zarokên wê hene. Li taxa Eşrefiyê ya bajarê Helebê jiyan dikir. Nizha ji ber rewşa şer û kiryarên komên çete, neçarî koçberiyê bû û cih bi cih li ewlekariyê geriya.

Herî dawî Nizha tevî malbata xwe li Şêxmeqsûd a Helebê di maleke bin erd bi cih bû, da xwe ji topbarana çeteyan biparêze.

Piştî ku taxa Eşrefiyê ji aliyê şervanên YPG/YPJ′ê ji komên çete hat rizgarkirin, Nizha tevî malbata xwe vegeriya taxê û di nava xerabî û rûxandinan de, jiyana xwe ji nûve ava dike.

Nizha anî ziman ku ew ji ber şerên ku li taxê di navbera komên çete û rêjîma Baas de rû didan reviyan û wiha got: ″Me rojên dijwar jiyan kirin. Em tî û birçî man. Lê rojekê em nefikirîn ku welatê xwe terik bikin. Dema me bihîst ku tax hatiye rizgarkirin, jiyan jinûve bi me re keniya. Niha em di nava xerabiyan de jiyaneke nû ji xwe re ava dikin.″

Nizha diyar kir ku tevî ziyana ku gihîştiye mal û kolana wan, lê ew kêfxweş ku li taxa xwe dijîn.HLB-CIROKA-JINEKE-VEGERIYA-MALA-XWA-LI-TAXA-ESREFIYE1 ‫(271712772)‬ ‫‬

Nizha bang li tevahî şêniyên taxê kir ku vegerin warên xwe û ji aliyên berpirsyar kir ku bi şêniyên taxê re bibin alîkar.

(mm/bb)

ANHA

HLB-CIROKA-JINEKE-VEGERIYA-MALA-XWA-LI-TAXA-ESREFIYE1 ‫(1)‬ ‫‬ HLB-CIROKA-JINEKE-VEGERIYA-MALA-XWA-LI-TAXA-ESREFIYE1 ‫(271712769)‬ ‫‬ HLB-CIROKA-JINEKE-VEGERIYA-MALA-XWA-LI-TAXA-ESREFIYE1 ‫(271712771)‬ ‫‬ HLB-CIROKA-JINEKE-VEGERIYA-MALA-XWA-LI-TAXA-ESREFIYE1 ‫(271712773)‬ ‫‬ HLB-CIROKA-JINEKE-VEGERIYA-MALA-XWA-LI-TAXA-ESREFIYE1 ‫(271712774)‬ ‫‬ HLB-CIROKA-JINEKE-VEGERIYA-MALA-XWA-LI-TAXA-ESREFIYE1 ‫(271712775)‬ ‫‬