Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Di Newroza Minbicê de peyamên pîrozbahiyê

MINBIC–  Li ser navê Meclîsa Ciwanên Sûriya Demokratîk û Meclîsa Jinan a Minbicê û Malbatên Şehîdan di Newroza Minbicê de axaftin hatin kirin. Di axaftinan de berxwedana şervanan hate silavkirin û Newroza azadiyê hate pîrozkirin.MINBC-SAHI-BERDEWAMI-BI-AXFTINAN (2)

Şahiya pîrozbahiya cejna Newrozê, li bajarê Minbicê îro seat di 10:00‘an bi beşdarbûna hemû pêkhateyên bajêr û gundewarên wê, rûspiyên herêmê, fermndarên Meclîsa Leşkerî ya Minibicê, endam û rêveberên saziyên sivîl û şandeyeke ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Kobanê û Cizîrê dest pê kir.

Piştî vêxistina mişeleya agir, şahî dest pê kir, komên stranan daketin ser dikê.

Paşê Hevserokê Meclîsa Rêveber-Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarê Ibrahîm El-Qeftan û Cîgira wî Cemîla Ehmed, Berdevkê Fermî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş axivîn.

Şahî bi axaftinan dewam kir.MINBC-SAHI-BERDEWAMI-BI-AXFTINAN (1)

Li ser navê Meclîsa Ciwanên Sûriya Demokratîk Mihsin El-Casim axivî. Mihsin El-Casim cejna Newrozê li tevahî gelê Sûriya pîroz kir û wiha got: “Bi vê munasebeta mezin, em roja ku gelê me bi hemû pêkhateyên wê ji zulma DAIŞ xelas bûn, bi bîr tînin. Gelê me li hember hovîtiya çeteyên DAIŞ‘ê bê deng nema û zulma li ser qebûl nekirin. Encamên wê di vê şoreşê de xuya bû. Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û şervanên YPG/YPJ‘ê gelê me ji hovîtiya çeteyan xelas kir, bi saya berxwedana wan em li ser axa xwe bi aramî dijîn, me wateya azadiyê û berxwedana li dijî çeteyan nas kir. li ser vê esasî gereke em nirxên şoreşgerî ji bîr nekin û bi vê yekê gelên xwe ji hemû cuyerên tundiyê rizgar bikin”.

Casim di dawiya axaftina xwe de tekez kir ku wekî ciwan dê têkoşîna xwe heya rizgarkirina hemû gelên Rohilata Navîn bidomînin.

HENA DYVEYF

Di şahiyê de, her wiha li se navê Meclîsa Jin a Minbic û gundewarên wê Henaa Şerîf cejna Newrozê li malbatên şehîdan û şervanan pîroz kir û wiha dom kir: “Jina Minbicê ji bo avakirina jiyaneke bi azad li ber xwe da û bedelên giranbûha kire qurbanî, li hember keleman sekinî, îro di vê şahiyê de xwe isbat kir û kêfxweşiya xwe bi rojn azadî, serkeftin û buharê tîne ziman.”

Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan a Minbicê dayika têkoşer Mihemed Ebû Esed, Emîra Mihemed got: “Em cejnsa Newrozê li dayik û kurên şehîdan pîroz dikin,

MIHSEN JIDEM

Newroz, Newroza serkeftinê ye, em vê rojê li şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, şeranên QSD‘ê yên benda xwe ji bo parastina rumeta me dikin mertal, silav dikin.”

EMRIA

Emîra Mihemed di berdewama axaftina xwe de wateyên vê rojê da xuyakirin û got: “Newroz di wateya xwe ya rast de, berxwedana li hember koletiyê ye, ronahiya edalet û wekheviyê ye, serkeftina li hember desthildaran e, jiyana azad û biratiya gelan e”.

Ji ber barîna baranê ya dijwar beriya bernameya Newrozê bi dawî bibe, şahiya Newrozê hate dawîkirin.

)bb/dc)

ANHA