Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Di Newrozê de berxwedaniya Bakurê Kurdistanê silav kirin

KOBANÊ- Şêniyên gundên rojhilatê kantona Kobanê Newroza xwe li gundê Şêranê pîroz kirin û berxwedaniya Bakurê Kurdistanê silav kirin.

Meclîsa Xeta gundên rojhilatê kantona Kobanê û Şaredariya Gel şahiya Newrozê li gundê Şêran ê rojhilatê Kobanê, organîze kirin. Bi dehan şêniyên gundên rojhilatê Kobanê, Hevseroka Şaredariya Gel a Kobanê Zehre Berkel û Hevserokê Meclîsa xeta Rojhilat a kantona Kobanê Feyad Şahîn tevlî şahiyê bûn.KOB-2017-3-20-SAHYA-GUND-SERQI ‫(294541280)‬ ‫‬

Şahî li dibistana gundê Şêran a ku bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YPJ/YPG`ê û TEV-DEM`ê hatibû xemlandin, hat lidarxistin.

Şahî bi deqeyekê rêzgirtine destpê kir û dayîkên şahîdan agirê berxwedaniyê yê Newrozê pêxistin. Piştî wê Hevserokê Meclîsa xeta gundên rojhilatê Kobanê Feyad Şahîn axivî. Şahîn di destpêka gotina xwe de berxwedaniya gelê Bakurê Kurdistanê û Şengalê bi boneya Cejna Newrozê pîroz kir û wiha pê de çû:ʺEm Cejna Newrozê li Rêberê Mirovahiyê Abdullah Ocalan, têkoşer û şervanan, gelê Kurd û hemû pêkhateyên Sûriyeyê pîroz dikinʺ.

Koma Dîlan di berdewamiya şahiyê de awazên xwe pêşkêş kirin û şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.

(np)

ANHA