Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Di nexweşxaneya Tebqayê de beşê jinê hate vekirin

TEBQA – Heyva Sor a Kurd bi hevkariya rêxistinek tenduristiyê di nexweşxaneya Tebqayê de beşê jinê, vekir. Di vê beşê de 12 bijîjkên nexweşiyên jinan, 12 qabîleyên yasayî û hejmarek berdestên bijîjkan dixebitin.TEBQA-HIVA-SOUR ‫(1)‬ ‫‬

Di çarçoveya plansaziya Heyva Sor a Kurd ji bo pêşxisitna tenduristiyê li bajarê Tebqayê de, di nexweşxaneya bajar de beşê jinê hate vekirin. Di vê beşê de 12 bijîjkên nexweşiyên jinan, 12 qabîleyên yasayî û hejmarek berdestên bijîjkan dixebitin.

Rêxistina Heyva Sor a Kurd a bajarê Tebqayê, beriya demekê di nexweşxaneya Tebqayê beşê zarokan û hinavîn (hundirîn) vekiribû.

Cureyên dermanan ên di dermanxaneya Heyva Sor têne peydakirin, li nexweşan têne belavkirin.

Dermansazê, dermanxaneya Heyva Sor a Kurd Ebdullah El-Hisên diyar kir ku dermanên nexweşiyên jinan kêm e û anî ziman ku pêwîstiya wan bi gelek cureyên derman heye.

Hevserokê Buroya Tenduristiyê ya bajarê Tebqayê Feysel El-Wasil jî got ku li navendê tenê rewşên zanîna xwezayî heye.

(bb)

ANHA