Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Di operasyona qirkirina siyasî de gelek HPD`î hatin binçavkirin

NAVENDA NÛÇEYAN – Polîsên Tirk danê vê sibehê li Konyayê avêtin ser malan û gelek endamên HDP’ê binçav kirin.

Polîsên Tirk, danê sibehê avêtin ser malên Hevserokê HDP’ê yê Konyayê Erol Şan, rêveberên berê û gelek endamên partiyê yên li bajêr.

Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, der heqê 17 endamên HDP’ê de biryara girtinê hatiye derxistin û 11 ji van hatine binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajarê Konyayê.

(kc)