Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Di Pêngava Bagera  Cizîrê de 200 sivîl hatin rizgarkirin

DÊRAZOR – Tîmên taybet ên rizgarkirina sivîlan ên QSD`ê di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de, 200 sivîl ji Medînit Siniyê rizgar, kirin.

Pêngava Bagera Cizîrê di roja xwe ya 5`emîn de bi hemû hêza xwe dewam dike. Di çarçoveya pêşketinên şervanên QSD`ê li bejahiya Dêrazorê de, tîmên taybet  ên rizgarkirina sivîlan ên QSD`ê 200 sivîl ji Medînit Siniyê ku li bakurê bajarê Dêrazorê dikeve, ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin.

Piştî ku tîmên taybet sivîl rizgar kirin, ew derbasî herêmên bi ewle, kirin.

Şervanên QSD`ê di 10 `ê Îlonê de derbasî Medînit Siniyê bûn.

(kc)

ANHA