Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Di Pêngava Bagera Cizîrê de 3 jin û 9 zarok hatin rizgarkirin

DÊRAZORÊ – Ekîpên taybet ên girêdayî QSD′ê li rojhilatê herêma pêşesazî 3 jin û 9 zarok rizgar kirin.DEREZOR-RIZGARKIRINA-SIVILAN ‫(1)‬ ‫‬

Di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de, di navbera şervanên QSD′ê û çeteyên DAIŞ′ê şer didome û şervan pêşve diçin. Di vê çarçoveyê de ekîpên taybet ên girêdayî QSD′ê di saetên êvarê de li gundê Xeşam ê dikeve rojhilatê herêma pîşesazî ya dikeve gundewarên bakurê Dêrazorê operasyonek pêk anîn. Di encamê de 3 jin û 9 zarok hatin rizgarkirin û li cihên bi ewle hatin bicihkirin.

Şervanên QSD′ê di 10′ê Îlonê de ango di roja duyem a Pêngava Bagera Cizîrê de, derbasî herêma pîşesazî bûn.

(mm)

ANHA