Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Di Pêngava Bagera Cizîrê de, nûçegihana me Dilîşan Îbiş Şehîd bû

NAVENDA NÛÇEYAN-Ji nûçegihanên ajansa me yên ku Pêngava Bagera Cizîrê dişopandin, di êrîşa çeteyên DAİŞ’ê de, ya bi ser sivîlan de, Dilîşan Îbiş şehîd bû û Rizgar Deniz û Hogir Mihemed birîndar bûn.

Duh êvarî saet di 18.30’an bi ser wan sivîlan de ku ji faşîzma çeteyên DAIŞ’ê direviyan û dixwestin ku werin qada di bin kontrola QSD’ê de çeteyên DAIŞ’ê êrîşeke bi du wesayitên bombebarkirî pêk anîn.  Di encamê , ji nûçegihanên me Dilîşan Ibîş şehîd bû, Rizgar Deniz û Hogir Mihemmed di nav de 43 sivîl birîndar bûn , her wiha 9 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Rizgar Denîz û Hogir Mihemed di nexweşxaneyan têne dermankirin. Rewşa Rizgar Deniz baş e Hogir Mihemed giran e, di bin kontrolê de ye.

Wekî xebatkarên ANHA‘yê ji malbata nûçegihana xwe re Dilîşan Îbiş û hemû malbatên qurbaniyên teqînê re sersaxî dixwazin û şîfaya lezgîn ji nûçgihan Rizgar Denîz û Hogir Mihemed û hemû birîndaran re dixwazin. Em soz didin ku em ê xeta wan bişopînin.

(bb)

ANHA