Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Di rewşa heyî de divê tu kes hesabên şaş nekin

ANALÎZ

HESEN KARASUNGUR

NAVENDA NÛÇEYAN– Siyasetmedar û Nivîskar Hasan Karasungur têkildarî rewşa Sûriyê û destwerdana Tirkiyê ya di Bakurê Sûriyê de û danûstendinên têne kirin, nirxandin kir û got ku Dewleta Tirk Tirk pîlanên qirêj dike û dixwaze şerê kurdan derbixe û wiha dom kir: ʺDi vê demê de rewşa heyî de divê tu kes hesabên şaş neke.ʺ

Çima ku pirsgirêk, nakokî û aloziyên li Sûriyê pirr kûr, berfireh û pirr alî ne çareseriya van pirsgirêkan jî ne hêsan e. Rexmî hemû platform û civînên navneteweyî ku li ser navê çareseriyê tên çêkirin jî şerê li ser axa Sûriyê biştî û bakurê Sûriyê bi taybetî nasekinin, ne jî sivik dibin. Berovajî wê hîn jî xetertir dewam dike. Taybet hebûna dagirkeriya dewleta Tirkiyê li ser axa Sûriyê bûye sedema ku pirsgirêkên heyî hîn jî giran bibin, şerê heyî jî hîn dijwar û pirr alî be Dîsa hêzên ku xwe ji bo pirsgirêkên Sûriyê xwedî rol û bi bandor dibînin, çima ku ne xwediyê tu plan û projeyên çareseriyê ne ew jî xizmeta nakokî, alozî û şerê heyî dike. Di vê noqteyê de rola dewleta dagirker a Tirkiyê li ser Sûriyê gelekî muhîm e. Dewleta dagirker a Tirkiyê bi desteka Sûriyê, Rûsya û bi bêdengiya koalîsyona navneteweyî hewl dide ku li ser axa Sûriyê xwe tam bi cih bike û bi vî şêwazî li ser axa Sûriyê hêzên xwe mayînde bike. Mayîndebûna hêzên dagirker a Tirkiyê li ser axa Sûriyê ew ê rejîma Sûriyê û dewleta Îranê di çi astê de bandor bike û nerazîbûna rejîma Sûriyê û dewleta Îranê ew ê çi be? Ev pirseke girîng e. Her çiqas koalîsyona navneteweyî û dewleta Rûsyayê li ser xatirê ku Heleb bê valakirin rê da dewleta Tirkiyê ku axa Sûriyê bê dagirkirin jî em bawer nakin ku taybet dewleta Îranê ji vê polîtîkayê kêfxweş e yan jî razî ye.

Jixwe di çend rojên dawîn de hîn baş hat dîtin ku têkilî û nakokiyên di navbera dewleta Tirkiyê û Îranê de dirûvekî nû wergirtiye. Dewleta Tirkiyê di dîroka xwe de hertim li ser dengeyan xwe daye jiyandin. Îro jî hewl dide ku dengeyên di navbera Amerîka û Rûsyayê de baş bi kar bîne. Lê wexta ku Trûmp dewleta Îranê weke dijmin û xeteriya ku di asta yekemîn de îlan kir bi vê girêdayî dewleta Tirkiyê jî di helwesta xwe ya li hemberî dewleta Îranê de guhertin çêkir. Li gel vê yekê rejîma Sûriyê jî weke demdirêj ji dagirkeriya dewleta Tirkiyê ew ê ne razî be. Hîn jî muhîmtir civaka Ereb, Kurd, Asûrî, Suryan, Tirkmen, Çerkez, Çeçen li dijî dagirkeriya dewleta Tirkiyê ne. Siyaset û stratejiya dewleta Tirkiyê diyar e. Hemû hesabên wan li ser dijîtiya azadiya Kurdan û statuya wan e. Polîtîkayên xwe li ser vê esasan pêş dixîne. Dewleta dagirker a Tirkiyê ev polîtîkaya xwe heta roja îro li ser DAÎŞ’ê xwest pêş bixe û encamê bigire. Lê wexta DAÎŞ’ê mîadê xwe dagirt û hêza xwe ber bi windakirinê çû, vê carê dewleta dagirker a Tirkiyê li ser xwe wezîfe dît ku rastûrast bi xwe mudaxele bike. Ji bo vê pêşerojê mirov dikare bêje ku dewleta dagirker a Tirkiyê nakokî û şerê di navbera civakên Bakurê Sûriyê û Sûriyê de ew ê hîn xerabtir di rojevê de bigire. Gelê Kurd û pêkhateyên Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê jî mecbûr in ku azadî û statuya xwe biparêzin, siyaset û amadekariyên xwe jî li gorî vê bi rêxistin bikin.

Piştî ku çeteyên Cebhet El-Nusra û her wiha yên bi dewleta Tirkiyê ve girêdayî Heleb valakirin rejîma Sûriyê di xwe de psîkolojiyek ava kir. Heta mirov dikare bêje ku hinekî serê rejîma Sûriyê zivirî. Ev îdeolojiya BAAS û zihniyeta netewe dewletê di her fersendê de xwe diyar kir. Halbûkî li Helebê berxwedan û serkeftina herî mezin esas a gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ye. Rejîma Sûriyê hewl dide ku li ser Minbîcê xwe nêzî Reqa û Dêra Zorê bike. Rejîma Sûriyê li hemberî dagirkeriya dewleta Tirkiyê ya li ser Babê ewqas bêhelwest û bêdeng e, lê hesab ew e ku çawa bikin statuya gelê kurd û projeya Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê vala derxe. Taybet li herêma Minbîcê hêzên YPG’ê û artêşa rejîma Sûriyê gihîştine hevdû. Eger rejîma Sûriyê hesabekî şaş bike , çavên xwe berde herêmên azad û statuya gelê Kurd a bakurê Sûriyê, bêguman ew ê rewşeke nû bi xwe re derxîne holê. Eger hêzên YPG û YPJ mecbûr bimînin xwe biparêzin û li ser vî esasî bersiv bidin rejîma Sûriyê ev pirsgirêk û şerê li derdora Minbîcê bê jiyîn ew ê bandora xwe bi temamî li ser Rojava bike. Ev siyaset û zihniyet ew ê bi rejîma Sûriyê çi bide qezenckirin ev meseleyek cuda ye.

Ji bo vê gelê kurd û hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyê pêwîst e û mecbûr in ku hemû îhtimal û alternatîfan bidin berçavan siyaset û amadekariya xwe jinûve li gorî vê bi rêxistin bikin. Îhtimal her çi be, li ser vê rewşê du mijarên esasî em dikarin bînin ziman. Yek, her çi hêz eger hesab û êrîşên wan li ser azadî û statuya gelê Kurd û Bakurê Sûriyê hebe, bêguman ew ê bêbersiv nemîne û gelê kurd ne mimkûn serê xwe ji tu hêzan re bitewîne. Dudo, tu hêz ew ê nikaribe li ser meşrûtiyet û îradeya gelê Kurd encamê bigire. Ev yek tu caran ew ê ne mimkûn be. Gelê kurd heta roja îro her çi mewziyên biçûk an jî mezin ên siyasî û leşkerî qezenc kiriye bi bedelekî pirr giran û bi ruhekî fedaî qezenc kiriye. Li gel meşrûtiyeta xwe tecrûbeya ku ji şer girtiye, asta rêxistinbûna gelê Kurd ew ê têra hemû neheqî û êrîşên li ser Rojava bike.

Bi van mijaran girêdayî taybet hevdîtinên serokê PDK’ê Mesûd Barzanî û Erdogan bêguman xwedî wate ye. Her kes dizane ku Barzanî ev serdana li Enqereyê di rewşeke pirr krîtîk de pêk anî. Gelek şîrove jî hene ku di vê hevdîtinê de rewşa Rojava û PKK’ê hatiye nîqaşkirin. Eger ev serdana Barzanî ne li ser hesabê Rojava u PKK’ê bûya, bi rehetî dikarîbû daxayuniyek bida û ji pirsên di serê her kesî de bibûya bersiv. Lê Barzanî ev yek nekir. Ev tê vê wateyê ku planên veşartî û xeter hene. Eger Barzanî û Erdogan li ser Rojava li hev kiribin, ev biryarek pirr stratejîk e û encamên vê biryarê jî ew ê pirr girîng bin. Dewleta Tirkiyê weke salên 1990’î careke din planeke qirêj pêş dixe û hewl dide ku di nava Kurdan de şerekî navxweyî bê jiyîn. Barzanî heta ku derê û ew ê çiqasî ji vê yekê re bibe navgîn em nizanin. Pêwîst e her kes hişyar bin û neyên lîstokên dewletên dagirker. Her çi pirsgirêkên Kurdan ên navxweyî hebe jî divê bi şêwazên siyasî bê çareserkirin. Pêwîst e PDKʹê ji provokasyonan re girtî be û rê nede planên dewleta Tirkiyê. Taybet ev çend rojên dawîn behsa pêşmergeyên Roj dikin. Ev jî mijarek hesas û girîng e. Israrkirina di vê mijarê de ew ê xizmeta planên dewleta dagirker a Tirkiyê û şerê Kurdan ên navxweyî bike. Pêwîst e tu kes nekeve nava hesabên şaş. Ev jî muhîm e.

Tecrûbeya şoreşa Rojava rastiyek derxistiye holê û daye berçavan. Ev jî gelê Kurd û pêkhateyên Bakurê Sûriyê li gorî rastiya şerê gelê şoreşger xwe perwerde û bi rêxistin bikin. Tu kes hîç xwe nexapîne. Hem encamên şoreşa Rojava yên siyasî, leşkerî, civakî bê dîtin û birastî mirov ji vê hêz bigire û ji xwe bawer be, hem jî bê zanîn ku hîn pirr tişt nîvçe maye. Li ser vî esasî jiyana gelê kurd pêwîst e li gorî rewşa gelê şoreşger be. Aboriya Rojava pêwîst e xwe li gorî vê bi rêxistin bike. Her ferd û civaka Bakurê Sûriyê pêwîst e li gorî vê rastiyê jiyana xwe bi rêxistin bike. Pêvajoyek pirr dîrokî ye û encamên pirr dîrokî hatine bidestxistin. Lê eger rastiya gelê şoreşger neyê fêmkirin, rehavet û atalet bê jiyîn xeterî jî hertim ew ê hebe. Heta ku pirsgirêkên Sûriyê bi giştî neyên çareserkirin mayîndebûna tiştekî ew ê nebe. Tam jî di vê noqteyê de girîngiya neteweya demokratîk, projeyên MSD û QSD’ê, rêxistinkirina Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê gelekî muhîm e.

(dc)