Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Di roja 3‘yemîn de, stranên kurdî û erebî beşdaran coşandin

Dîmen

QAMIŞLO – Di roja 3‘yemîn a Mîhrîcana Orkêş a Mûzîk û Stranên Gelan de 6 kom daketin ser dike û bi stranên xwe yên bi zimanê Kurdî û Erebî beşdaran coşandin.

Çalakiyên Mîhrîcana Orkêş a Mûzîk û Stranên Gelan ku li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêx ya bajarê Qamişlo tê lidarxistin, di roja xwe ya sêyemîn de didome.

Di roja sêyemîn ango îro de  ku bi sedan kes amade bûn, 6 komên filkolrî daketin ser dika mîhrîcanê û stran.

Komên ku îro beşdarî mîhrîcanê bibûn ev in; Merabina ya ji bajaroka Til Birak, Koma Tolhildan a bajarê Hesekê, Koma Jin a Kevana Zêrîn, Koma Serhildan a bajarê Rimêlan, Koma Agirî ya Amûdê, Koma Botan a bajarê Qamişlo. Koma Kevana Zêrîn a Jinan û Koma Merabina li gel awaza zirneyê daketin ser dikê. Her wiha koma Botan jî li ser şehîdan stran.

(bb)

ANHA